Zîlan û Sema li Zihêriyê hatin bibîranîn

Zîlan û Sema li Zihêriyê hatin bibîranîn

Rêxistina Yekîtiya Star bi armanca bîranîna gerîlayên PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce li gundê Zihêriyê yê girêdayî Dêrikê civînek lidar xist.

Di civîna ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi dehan jin tevlî bûn de, endama Yekîtiya Star Perwîn Berav derbarê jiyan û têkoşîna Sema Yuce û Zeynep Kinaci de axivî. Berav her wiha derbarê têkoşîna jinan a di nava şoreşa rojavayê Kurdistanê de diyar kir ku, jin di vê pêvajoyê de pêşengên şoreşê ne. Berav wiha dewam kir: "Em wek jinên rojava soz didin şehîndan ku ew dê heta azadiya gelê Kurd girêdayî rê û bîranînên wan bin."