Zîlan li wargehê bi girseyî hat bîranîn
Zîlan li wargehê bi girseyî hat bîranîn
Zîlan li wargehê bi girseyî hat bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di 17’emîn salvegera çalakiya xwe de bi tevlîbûna bi sedan kesan hat bîranîn. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û sînevîzyon hat temaşekirin.
Gerîllaya PKK’ê Zeynep Kinaci di 17’emîn salvegera çalakiya xwe de li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi tevlîbûna bi sedan kesan hat bîranîn. Duh saet 20.00’an bi deqîqeyek rêzgirtina cangoriyên Kurdistan ku bîranîn destpê kir Endama Meclîsa Îştar Çinar Mêrdîn der barê jiyan û têkoşîna Zeynep Kinaci (Zîlan) de axivî. Di kêliyên ku bîranîn dihat lidarxistin de agahiyên êrîşa polîsên Tirk a li hemberî gelê Amedê mohra xwe li şevê xist. Gel bi dirûşmayan dilsoziya xwe ya bi gelê Amedê re anî ziman . Çinar Mêrdîn jî di destpêka axaftina xwe de ku got, “Di kesayeta heval Zîlan de em tevayî şehîdên xwe bi bîr tînin” der barê êrîşa polîsan a li hemberî gelê Amedê de nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got, “Di van kêliyên ku em rêhevala xwe û fermandara xeta jin Zîlan bi bîr tînin de polîsên dewleta faşîst êrîşî gelê me dikîn. Ev zîhniyeta înkarker û tuneker a dewleta Tirk bi her awayî ku xwe dide nîşandan mehkûmî hilweşînê ye. Em gelê yê di xeta hevala Zîlan de berxwedan û têkoşînê pêş dixe silav dikin.”
Mêrdîn der barê têkoşîna Zîlan de jî got, “Zîlan bi têkoşîna xwe rastî û dilsoziya şervanên azadiyê ya bi Rêber Apo re çawa ye nîşanî dijmin da.”
Mêrdîn di dawiya axaftina xwe de wiha got, “Em di qonax û pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Bi her awayî divê em amade bin, di rêya Rêber û şehîdên xwe de bêtereddut divê em bimeşin. Bi vî awayî em ê tevayî hewldanû êrîşên dijmanan vala derxin.”
Dema axaftina Mêrdîn bi dawî bû girseyê bi dengekî bilind dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” gotin.
Piştî axaftina Endama Meclîsa Îştar Çinar Mêrdîn, sînevîzyona ku der barê jiyan û têkoşîna gerîlaya PKK’ê Zîlan de hatibû amadekirin hat temaşekirin. Merasîm bi dirûşmayan bi dawî bû.