Zenderlîoglû: Ti îzahata êrîşê tuneye

Zenderlîoglû: Ti îzahata êrîşê tuneye

Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husametîn Zenderlîoglû êrîşa cerdevanan ya 15 kîlometre dûrî Bedlîsê ya li ser Nûçegihanê DÎHA’yê Sînan Aygul, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Bedlîsê Hesen Ceylan û Nûnerê MEYA-DER ê Bedlîsê Nîhat Karababa nirxand û got: “Ti îzahata gefa çekdarî û gotinî ya li ser rojnamevan Aygul û kesên li gel wî tuneye.”

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyên Dîcleyê (DÎHA) Sînan Aygul û kesên pêre çûn ‘Şehîdgeha Xerzanê’ ya meha borî hate vekirin, rastî êrîşa komek 15 cerdevanan hatin. Aygulê û kesên pêre rastî gefa cerdevanan hatin. Piştî wan jî bertek nîşanda, cerdevanan gule berdan Aygul û kesên li gel. Aygul aşkera kir ku, ew dê di derbarê cerdevanên zêdetirî 150 gule berdan ber lingên wan û rex wan re avêtin giliyê sûc bike.

Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husametîn Zenderlîoglû êrîşa cerdevanan nirxand û got: “Pêvajoyê metirsiyek mezin derbaz kiriye. Pêwîste derbarê berpirsên vê bûyerê de demek ji demekê zûtir lêpirsîn were vekirin.”

Zenderlîoglû anî ziman ku, pêvajoya çareseriyê di pêvajoyekî zor û zehmet de derbaz dibe û da diyarkirin ku, “Di serî de siyaseta Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê baldare ji bo pêvajo xirab nebe, herwiha partiya me jî cidî li ser diraweste. Ev bûyerên bi vî awayî nayên qebûl kirin. Di serî de li meclisê, em dê di gelek platforma de hewildanan bidîn destpê kirin. Em li bendêne demek ji demekê zûtir derbarê berpirsan de lêpirsîn were vekirin.”

Hate diyarkirin ku, Zenderlîoglû bi Waliyê Bedlîsê Veysel Yûrdakûl re hevdîtin pêkaniye û walî gotiye agahiya me ji bûyerê heye, her wiha sozdaye hûrkolînên berfireh bike.

Zenderlîoglû destnîşan kir ku, vê bûyerê jî daye nîşandan ku, sîstema cerdevaniyê çiqasî metirsîdare û pêwîste hikumet demek zû çareseriyê ji sîstema cerdevaniyê re bibîne.