Zêdebûn û extiyarbûyîna nifûsa cîhanê wê dewam bike
Li gorî raporeke nû ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat weşandin, zêdebûna nifûsa cîhanê wê hinekî din ji bendewariyan bêhtir zêde bibe.
Li gorî raporeke nû ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat weşandin, zêdebûna nifûsa cîhanê wê hinekî din ji bendewariyan bêhtir zêde bibe.
Li gorî raporeke nû ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat weşandin, zêdebûna nifûsa cîhanê wê hinekî din ji bendewariyan bêhtir zêde bibe. Cîhana me ya ji 7,3 mîlyar mirovî, wê heta sala 2100'î bigihêje 11,2 mîlyaran û nehevsengiya navbera parzemînan wê zêdetir bibe.
Di raporê de hat ragihandin ku extiyarbûna li cîhanê jî wê qat bi qat zêde bibe û tê destnîşankirin ku bi taybetî li welatên bi pêş dikeve, pêwîste budçeya ji bo tedbîrên kontrola zayînê tê veqetandin, bi du qatan zêde bibe.
Li gorî rapora nû ya ji projeksiyonên nifûsê yên NY hatiye amadekirin, nifûsa cîhana me ku di sala 1990'î de 5,3 mîlyar bû, di nava 25 salan de bi 2 mîlyaran zêde bû, di sala 2030'ê wê bigihêje 8,5 û di sala 2050'î de jî bibe 9,7 mîlyarî. Tê texmînkirin ku ev nifûs di sala 2100'î de bigihêje 11,2 mîlyarî.
Di zêdebûna nifûsa heta sala 2050'î de para 9 welatên Afrîka, Asya û DYA, wê nîv bi nîv be. Li gorî vê yekê zêdebûna nifûsa 35 salan wê nîv bi nîv li Hîndîstan, Nîjerya, Pakîstan, Komara Kongo ya Demokratîk, Etiyopya, Tanzanya, DYA, Endonezya û Ûganda be.
HÎNDÎSTAN DI SALA 2022'AN DE ÇÎNÊ DERBAS DIKE
Li gorî raporê, Çîn a ku hînê bi nifûsa xwe ya 1,4 mîlyarî re di rêza destpêkê de cih digire, di sala 2022'an de wê dakeve rêza duyemîn.
Di sala 2050'î de wê Nîjerya derkeve pêşiya DYA û bibe sêyemîn welatê cîhanê yê xwedî nifûsa herî zêde. Her wiha di sala 2050'î de tevî Çîn, Hîndîstan û DYA, wê nifûsên Nîjerya, Pakîstan û Endonezyayê 300 mîlyonî derbas bike.
AFRÎKA BI ZÊDEBÛNA BI 4 QATAN RE DUYEMÎN PARZEMÎNA HERÎ MEZIN
Li gorî projeksiyona nifûsê ya NY, zêdebûna nifûsa li Afrîkayê wê bi qasî 4 qatan be. Di sala 2100'î de wê nifûsa vê parzemînê 4,4 mîlyar be. Afrîka bi nifûsa xwe ya 1,2 mîlyarî ya niha re gelekî li paş Asyayê maye.
Nifûsa parzemîna Ewropayê ku Rûsya jî di nav de ye, ji 738 mîlyonî wê di sala 2100'î de dakeve 646 mîlyonî.
RÊJEYA JI DAYIKBÛNÊ WÊ KÊMTIR BIBE
Tevî ku nifûsa cîhanê heta sala 2100'î zêde bibe jî, rêjeya ji dayikbûnê wê kêmtir bibe. Rêjeya ku di sala 1990'î de serê her jinê 3 zarok bû, di sala 2010'an de daket 2,5 û di sala 2045'an jî wê dakeve rêjeya 2,2. Ev rêje wê di sala 2095'an serê her jinê dakeve 2 zarokan.
Tevî vê kêmbûna ji dayik bûnê jî sedema herî girîng a zêdebûna nifûsa cîhanê, dirêjbûna temenê mirovan e. Nîvekê temenê mirovan ku di sala 1990'î de 65 bû, di sala 2010'an de gihaşt 70. Ev dem di sala 2045'an de wê bibe 77, di dawiya sedsalê de jî bigihêje heta 83 salan.
Her wiha li welatên bi pêş dikeve, kêmbûna mirina bebek û zarokan wê di zêdebûna nifûsa cîhanê de bi bandor be.
NIFÛSA EXTIYARAN WÊ BI SÊ QATAN ZÊDE BIBE
Bi zêdebûna nîveka temenê tê payîn re, nifûsa extiyarên li cîhanê wê qat bi qat zêde bibe. Para kesên zêdeyî 60 salî di nava nifûsê de wê di sala 2050 de 2 qat, di sala 2100 de bi 3 qatan zêde bibe.