Zarokên li Cizîrê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan

Zarokên li Cizîrê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan

Li navçeya Şirnex Cizîrê, 11 kesên pêr hatibûn binçavkirin, ku piraniya wan zarok bûn hatin berdan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji 13 kesên bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di serdegirtina malên li Cizîrê de hatin binçavkirin, 11 jê piştî lêpirsîna li Muduriyeta Emniyetê ya Amedê, derketin pêşberî dozgeriyê. 11 kesên ku prraniya wan zarok bûn, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin û 11 kes hatin berdan. Hat hînbûn lêpirsîna 2 kesan jî dewam dike.