Zarokê polîsan birîndar kir çavê xwe yê rastê winda kir

Zarokê polîsan birîndar kir çavê xwe yê rastê winda kir

Zarokê bi navê A.T. ê ku li navçeya Cizîrê ji ber bombeya gazê ya polîsan ji çavê xwe yê rastî birîndar bû, çavê wî kur bû. Talukeya jiyana ciwanê bi navê Sînan Saltukalkp ê ku wesayîta polîsan lê qelîbî jî berdewam dike.

Zarokê bi navê A.T. (14) yê li taxa Cûdî a navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh ji ber bombeya gazê ji çavê xwe birîndar bû piştî dermankirina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê hate kirin. Bavê A.T. Ramazan T. diyar kir ku, hestiyên çavê zarokê wî şikestin û ji ber vê yekê jî çavê wî teqiya. Ramazan T. anî ziman ku, çavê kurê wî yê rastê kûr bû, piştî kurê wî hate emeliyatkirin careke din hate emeliyatkirin.

Li aliyê din ciwanê bi wesayîta lê qelîbî û birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Medîcalparkê ya Êlihê û talukeya wî ya jiyanê berdewam dike. Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Abdurrahîm Uruç têkildarî rewşa ciwan de diyar kir ku, doktoran Saltukalkp ji bo 48 saetan razandiye û li çav lê ye werimîna serê wî kêm bibe.