Zanyaran raza çêbûna Heyvê aşkera kirin

Li gorî zanyaran beriya 4,5 milyar sal gerestêrka bi navê Théia li cîhanê ketiye û di encama lihevketina her du gerestrêkan de, peyka cîhanê heyv çêbûye.

Li gorî zanyaran beriya 4,5 milyar sal gerestrêka bi navê Théia li cîhanê ketiye û di encama lihevketina her du gerestrêkan de, peyka cîhanê heyv çêbûye.

Di encama lihevketina mezin de, madeyên mezin derketin holê û bi vî awayî Heyv çêbû. Li gorî malpera lêkolînê ya bi navê Gentside, sê lêkolînê nû yên hatine kirin ev senaryo piştrast dikin. Li gorî van lêkolînan, piştî lêketina gerestrêka Théia cêwiyek a gerestrêka me cîhanê çêbûye.

Piştre gerestrêka me û peyka wê (heyv) di encama lêketina kefirên asîman de ji hev vebûne.

Ji ber ku cîhan ji heyvê mezintir bûye, li gorî peyka xwe zêdetir li rastî kevirên asîman hatiye.

Li gorî zanyaran, raza veşartî ya têkildarî koka peyka cîhanê heyvê bi vî awayî çareser bûye.