YXK'yî di festîvala çandê de ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dikin

YXK'yî di festîvala çandê de ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dikin

Li bajarê Elmanya Munsterê, ciwanên endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) yên tevlî Festîvala Çandê ya Havînê bûn, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, dezgehek danîn. YXK'yiyan ji xwendekaran re behsa jiyan û têkoşîna Ocalan kirin û îmze kom kirin.

Festîvala Çandê ya Havînê ku her sal ji aliyê Zanîngeha Munsterê ve tê lidarxistin, destpê kir. Xwendekarên tevlî festîvalê bûn, çand, huner, muzîk û xwarina welatê xwe dan naskirin. Ji Yekitina Xwendekarên Kurdistan (YXK) jî komeke ciwan beşdarî festîvalê bûn.

Xwendekaran di festîvalê de, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, dezgehek danîn. Xwendekarên Kurd ên li dezgehê Kurdistan û kampanya ji bo azadiya Ocalan dan naskirin, li pêwendiyeke mezin rast hatin.

Her weha qertên bi nivîsa "Ji hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê re azadî" ku bi zimanên Kurdî, Farsî, Erebî, Tirkî, Endonezyayî, Elmanî, Îngilîzî, Spanî û Fransî hatibû nivîsandin, hatin belavkirin. Di çalakiya heta doh êvarê de, xwendekarên YXK'yî bi sedan îmze kom kirin.