YXK-Fransa wê havînê ji bo azadiya Ocalan îmze kom bike
YXK-Fransa wê havînê ji bo azadiya Ocalan îmze kom bike
YXK-Fransa wê havînê ji bo azadiya Ocalan îmze kom bike
Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Franas, li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, 600 îmze berhev kir. Xwendekarên Kurd, dawiya vê heftê jî beşdarî pîrozbahiya xwendekarên Komunîst bûn û bi sedan îmze berhev kirin. Xwendekar wê di tevahiya demsala havînê de, îmzeyan kom bikin.
YXK Fransa, beşdarî Baloya Gel a xwendekarên Komunîst her sal di dawiya demsala hîndekariyê de lidar dixin, bûn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, îmze berhev kirin. Xwendekarên YXK'ê li pîrozbahiya li Qada Abbesses bi sedan îmze kom kirin û di heman demê de der heqê Kurdistan û berxwedana Gezî de agahî dan xwendekaran.
YXK-Fransa wê tevahiya demsala havînê, îmzeyan kom bike.