YXK-Federasyona Belçîkayê hat avakirin
YXK-Federasyona Belçîkayê hat avakirin
YXK-Federasyona Belçîkayê hat avakirin
Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi kongreyeke li bajarê Leuvenê, YXK-Federasyona Belçîkayê ava kir. Bi vê yekê re, wê xwendekarên Kurd ên li Belçîkayê xwe birêxistin bikin.
YXK'ê ku di 18-19'ê Gulana sala 2013'an de li Zanîngeha Kolnê ya Elmanyayê 1. Kongreya xwe ya Ewrûpayê lidar xistibû, biryar dabû li gelemperiay Ewrûpayê di asta konfederasyonê de xwe birêxistin bike. Di vê çarçoveyê de xwendekarên Kurd li bajarê Belçîka Leuvenê bi kongreyekê YXK-Federasyona Belçîkayê îlan kir.
Di kongreya bi beşdariya xwendekarên Kurd ji bajarên Bruksel, Lîege, Leuven û Genk'ê de, pirsgirêkên xwendekarên Kurd ên li Belçîkayê bi dofirehî hatin nirxandin û pêşniyarên çareseriyê hatin kirin. Di kongreyê de li gel avabûna Federasyona Belçîka ya ser bi YXK'ê, her weha gelek rêze-biryarên girîng hatin stendin.