Yuksekdag: Kobanê AKP tewişand

Yuksekdag: Kobanê AKP tewişand

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag destnîşan kir, ku li dijî bendewariya hikûmetê ya ji bo têkçûna Kobanê, berxwedan wê bi serketinê tacîdar bibe. Yuksekdag bersiv da pênaseya Erdogan a ji bo rewşa li Rojava dibêje, "berhema mejiyekî derve ye" û got, "Mejiyê wan têra fêmkirina rewşa li wir nake. Li mejiyekî derve negerin, mejiyê we li pêşberî rewşê tewişiye. Rewşa tê jiyîn, mejiyê wan ser û bin kiriye, tewişandiye."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li civîna koma partiya xwe axivî. Yuksekdag bi bîranîna Kader Ortakaya dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ev qetlîam peyamek ji tevahiya jinan û civakê re hatiye dayîn e. Yuksekdag got, "Ji bo silavkirina berxwedana Kobanê, gelê me yê li wir nobeda aştiyê digire, mora xwe avêt binê dozeke bi rûmet. Lê belê mixabin yên li ser sînor bi dostanî sohbet bi milîtanên DAIŞ'ê re dikin, nikarin xwe li nobedarên berxwedan û aştiyê rabigirin."

Fîgen Yuksekdag bibîr xist ku heta niha li ser sînor 39 mirov hatine qetilkirin û destnîşan kir ku ev yek di heman demê de nîşaneyek xweranegirtina li berxwedana Kobanê ye.

'BERÊ XWE DANE EFRÎNÊ'

Yuksekdag da zanîn ku berxwedana Kobanê ev du meh in bi vîneke mezin dewam dike û hêzên paşverû yên herêmî li hemberî vê berxwedanê êrîşên xwe zêde kirine û got, "Hêzên paşverû yên herêmî, ku nikarin xwe li vê rabigirin, hewl didin ji xwe re qadên nû yên êrîşê vekin. Ev hêzên ya hêvî dikirin li Kobanê bi dest nexistin, niha berê xwe dane kantona Efrînê." 

Yuksekdag da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ û El Nûsra yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin û biçekkirin, herêm veguherandine qada komkujiyê û got, "Em ê ti carî destûrê nedin ku li dijî Kantona Efrînê heman êrîşê bikin. Yên li Kobanê têk çûn, li Efrînê jî têkçûyî ne."

'MEJIYÊ ERDOGAN TÊRA FÊMKIRINÊ NAKE'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag da xuyakirin ku ew li pêşberî pênaseya Erdogan a ji bo rewşa li Rojava dibêje "berhema mejiyekî derve ye" matmayî nemane û wiha axivî: "Ji ber ku mejiyê vana têra fêmkirina rewşa li wir nake. Li mejiyekî derve negerin, mejiyê we li pêşberî rewşê tewişiye. Rewşa tê jiyîn, mejiyê wan ser û bin kiriye, tewişandiye."

Yuksekdag da zanîn ku bûyerên li Rojava û Kobanê diqewimin derseke mezin dide hêzên herêmî û navneteweyî, lê belê hîn ê Tirkiye ne xwedî wê hêzê ye ku vê fêm bike. Yuksekdag destnîşan kir ku hikûmet bi mehan e li benda têkçûna Kobanê ye û ji ber vê yekê bi her awayî destekê dide çeteyên DAIŞ'ê.

'DESTÊ XWE JI ROJAV BIKŞÎNIN'

Yuksekdag got, "Eger îro Rojavayek hebe, ev yek ligel dijberiya hêzên emperyalîst ên navneteweyî û, li gel Tirkiyeya ku ji bo têkçûna wê her tiştî dike, heye" û ev xal destnîşan kir: "Eger li Rojhilata Navîn wê hevsengiyeke nû bê avakirin; bila kes li qusûrê nenihêre, Erdogan li qusûrê nenihêre, mejiyê herî bilind ê vê hevsengiyê bi tenê li Kobanê, Efrîn û Rojava ye. Li wir (Rojava) jorî her tiştî vîneke gel hatiye rûniştandin, vê yekê jî xeteke ku pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn diyar dike, destnîşan kiriye." 

Yuksekdag da zanîn ku kanton û sîstema siyasî ya pê re derketiye holê, mirovan ji şerê mezhebî û qewmî yê li herêmê vedigire û di serî de AKP bang li tevahiya hêzên herêmî kir û got, "Destê xwe ji Rojava vekişînin."

Fîgen Yuksekdag êrîşa artêşa Îsraîlê ya li hemberî Mescîd-î Aksa jî şermezar kir û got, "Ji bo me Kobanê çi be Qûdis jî ew e. Mîna hin kesan em nabêin Kobanê cuda ye, Qûdis Amed cuda ye."

'TU VEKIŞE, EM Ê YA PÊWÎST BIKIN'

Yuksekdag li ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd jî nirxandin kir û nerazîbûn nîşanî nêzîkatiyên hikûmetê da, ku hewl dide weke astengiya herî mezin a li pêşiya vê mijarê HDP'ê nîşan bide. Yuksekdag, "Bêberpirsyarî, bêcidiyeteke bi vî rengî dibe? Mirov hingî ji we dipirse, hikûmeta vî welatî kî ye? AKP ye yan jî HDP? Çima hema hûn gokê diavêjin cem HDP'ê. Pêvajoya ku qaşo hûn îdîa dikin we dane destpêkirin bi gotina 'ka em binêrin bê HDP wê çi bike' dixin diavêjin stuyê me."

Yuksekdag ji bo nêzîkatiya hikûmetê ya "Ka em binêrin bê HDP wê çi bike" ev nirxandin kir: "Baş e hingî em cih biguherînin. Em werin ser desthilatdariyê, projeyên me yên çareseriyê hene. Hûn ê hingî bibînin em ê çi bikin."

Yuksekdag careke din bang li hikûmetê kir ku bi berpirsyarî rabe û destnîşan kir, ku HDP'ê heta niha rol û mîsyona xwe bicih aniye, ji niha û pê ve jî ew ê ji bo pêvajoya çareseriyê bibe pirek. 

Yuksekdag got, "Bi hewldanên terbiyekirin û zextên li hemberî me re, hikûmet nikare pêşî li xwedîderketina me ya li pêvajoyê bibe asteng. Dîzaynkirina HDP'ê ne hedê kesî ye. Me her tim ji gelên pirsî ye ka em ê çi bikin û me hesab daye gelê xwe-gelên xwe. Tiştek nîne ku em hesabê wê nedin gelê xwe. Bila kes hewl nede zextê li HDP'ê bike. Bi polîtîkayên zexel û dîzaynkirinê nêzî me nebin. Di bin vê dorpêçî û êrîşan de jî em ê sekna xwe biparêzin."