YPJ: Şehîd Silav bi xwîna xwe efsaneya berxwedanê nivîsand

YPJ: Şehîd Silav bi xwîna xwe efsaneya berxwedanê nivîsand

YPJ ragihand ku, şervana wan Silav berdewama berxwedana “Leyla Qasim, Viyan Caf, Bêrîtan, Besê, Roken, Şêrîn Elmehûrî û jinên kela Dumdumê ye. YPJ’ê bi daxuyaniyekê soz da ku xwedî li şehîdên xwe derkeve û tu carî doza wan bernede.

Daxuyaniya fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)ê wiha dibêje: “Ji destpêka şoreşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ve û destpêkirina rizgarkirina herêmên Kurdan jinên Kurd bi hêrs xwe tevlî hemû çalakî û aliyên şoreşê bûn. Her wiha ji bo nûnertiya dîroka berxwedanê bike û jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedî mîrasekê ne di berxwedanê de û di dîroka berxwedan û têkoşîna azadiyê de li rex mêran xebitiye û bi rola xwe ya pêşeng rabûye. Niha bi hêza xwe em dibêjin, em ji dîroka berxwedanê hatine û ji ber vê rola me di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de sereke ye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ji destpêka şoreşa Rojava ve jinên Kurd pir xebitîne ji bo bi rola xwe di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de rabin û ji çalakiyên rizgarkirinê tu carî xwe nedaye alî, ev beşdarbûna jinan di şoreşê de bi konferansa yekemîn ku di 4’ê Nîsana 2013’an de hate diyarkirin. Bi rêxistineke cuda di bin navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de di bin banê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de. Bi vê rêxistina xwe jinên Kurd li hember hemû êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê û tevlîbûna jinan di nav refên yekîneyên parastinê de li ba gelê me pir watedar e.”

Di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin: “Pilana ku niha li serê me Kurdan dimeşînin û êrîş û pevçûnên dawî li herêmên ku rizgarbûne her wiha êrîşên dawî li herêma Efrînê û navçeya Şêrewa tê wateya ku pilanên qirêj ji dijminên Kurdan ve tê meşandin. Li hember van pilanan û êrîşan me bersiva komên çekdar baş da. Derbarê pevçûnên li bajarê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê de YPJ’ê beşdarî berxwedana wir bûn û ji wan Tabûra Şehîd Roken ku şehîd Silav cihê xwe tê de digirt, her wiha bi dehan ji şervanên me beşdarî berxwedanê bûn. Endama konsya Leşkerî ya YPJ’ê Şehîd Silava serkêşiya komeke şervanan di pevçûnan de dikir û bi rola xwe di rêzên pêş de radibû, her wiha bi şehîdbûna wê efsaneke dîrokî bi xwîna xwe di berxwedanê de nivîsand.”

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Silava tevlî şehîdên azadiya Rojavayê Kurdistanê bû û yekemîn şehîd ji YPJ’ê ye û em pir bi wê serbilind in, şehîd Silava bi vîna xwe berpirsiyariya gelê xwe û jinan dikir. Şehîd Silava “Meryem Mihemed” bi vîneke pir xurt tevlî refên YPJ’ê bû û bi fedayî berxwedana xwe bi hevalên xwe re kir. Helwesta wê di derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wek her demekê di xebata wê de diyar bû.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êrîşên li ser gelê me li Rojavayê Kurdistanê bi taybet li herêma Efrînê pilanekî qirêj e û bi rêk û pêk bi destê komên çekdar û hin ajendeyên wan tê meşandin ku dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin û deskeftiyên wê têkbibin û berxwedana me diyar dike ku em derfetê nadin tu kesî û tu hêzan ku dest bavêjin destkeftiyên gel me.  Em ji wan hêzan re dibêjin çi hesabên şaş li ser Rojavayê Kurdistanê bêyî li gelê Rojava vegerin dê li hember berxwedaneke dijwar derkevin. Berxwedana şehîd Silava li Rojavayê Kurdistanê berdewama berxwedana şehîd Leyla Qasim û Viyan Caf li Başûrê Kurdistanê, Bêrîtan û Besê li Bakûrî Kurdistanê, Şêrîn Elmehûrî û jinên Dumdumê li Rojhilatî Kurdistanê, her wiha Roken li Rojavayê Kurdistanê ne. Gelê me bi van şehîdan û herî dawî Silava pir serbilind e, ji ber vê em ji soz didin gelê xwe ku em doza şehîdên xwe bernedin. Em heyfa şehîd Silava li erdê nahêlin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Banga me ji gelê me re ye ku tevlî kampaniya parastina herêmên Kurdan bibin. Dijminê me tu rengên însanetiyê lê diyar nake, ji ber vê yekê divê bersiva me bi yek destî bi ji bo zanibin Kurd kî ne, divê gelê me ji berxwedana şehîd Silava di parastina nirxên gel û şoreşê sûd werbigire.”