YPJ'ê 5 kolanên Kobanê ji çeteyan rizgar kir
YPJ'ê 5 kolanên Kobanê ji çeteyan rizgar kir
YPJ'ê 5 kolanên Kobanê ji çeteyan rizgar kir
Şervanên YPJ'ê li eniya başûrê Kobanê rêzeçalakiya 'Tolhildana ji bo Şehîd Zemanî û Şehîd Çîçek' li dijî çeteyan dan destpêkirin. Di encamê de 5 kolan ji çeteyan hatin rizgarkirin û gelek çete hatin kuştin. Her wiha gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya ANHA, şevê din li gundê Milan ê li rojavayê herêma Kobanê şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê lidar xistin. Di encamê de motoskêk hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin.
Li gundê Dîkmetaş ê nêzî Çemê Firatê Hêzên YPG'ê çalakî li dijî çeteyan kirin û têde motoskêletk hat rûxandin û çeteyek hat kuştin.
Li rojhilatê bajarê Kobanê ji taxa Kaniya Kurdan heta Qada Azadî di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn ji duh ve heta vê sibê dewam kirin. Herî kêm 6 çete hatin kuştin.
Li eniya başûr jî şervanên YPJ'ê rêzeçalakiya 'Tolhildana ji bo Şehîd Zemanî û Şehîd Çîçek' li dijî çeteyan dan destpêkirin. Di encamê de 5 kolan ji çeteyan hatin rizgarkrin û gelek çete hatin kuştin, her wiha gelek cebilxane di nav de bombe û RBG hatin desteserkirin. Çalakî didome.
Çeteyên DAIŞ'ê welatiyên sivîl ên li taxên bajarê Kobanê hedef girtin û 4 hawan avêtin.