YPG/YPJ'ê çete ji hin nuqteyên li rojhilat û başûrê Kobanê derxist

YPG/YPJ'ê çete ji hin nuqteyên li rojhilat û başûrê Kobanê derxist

Hêzên YPG/YPJ'ê di roja 59. a berxwedanê de bi lêdana derbên giran çeteyên DAIŞ'ê ji hin nuqteyên dagirkirî derxistin. Di pevçûnên dawî yên li Kobanê de herî kêm 12 çete hatin kuştin. Di şer de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku êrîşên çeteyan û berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê di roja 59. de bi pevçûnên dijwar dewam kirine. Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê li navenda bajêr bi pêş ve diçin û derbên giran li çeteyan dixin.

Di daxuyaniyê de li ser encamên şer û pevçûnên dawî ev agahî hatin dayîn:

"Li eniya Rojhilat, li derdora mizgefta Hecî Reşad û kolana şaredariyê, duh bi roj û tevahiya şevê, di navbera hêzên me û komên çete de pevçûnên dijwar dewam kir. Li kolana şaredariyê nuqteyeka ku ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, hêzên me rizgarkirin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê 7 çete hatin kuştin.

LI ENIYA BAŞÛR HIN NUQTE HATIN RIZGARKIRIN

Li eniya başûr jî hêzên me pêşveçûne û hin nuqteyên dagirkirî rizgarkirin. Şerê li vê herêmê heta îro sibehê dewam kir. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê herêmê nehat zelalkirin. 

Li eniya rojava li derdora gundên Mineza û Izea êrîşên li hemberî çeperên çeteyan dewam kiriye. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê 5 çete hatine kuştin.

2 ŞERVANÊN YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Di şerê 24 saetên dawî de 2 hevalên me bi qehremanî şer kirine û şehîd ketin."