YPG, şêniyên Cenûb El-Red diparêze

YPG, şêniyên Cenûb El-Red diparêze

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) li ser daxwaza şêniyên gundên Taya, Mehemed Diyab, Mişêrfe, Ebû Xezef û Sofya yên herêma Cenûb El-Red  a li başûrê Tirbespiyê ku piraniya şêniyên wê Erebin bendên kontrolê danîn.

Piştî ku bûyerên kuştin, revandin û talankirin li gundên başûrê Tirbespiyê zêde bûn, şêniyên van gundan serî li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dan û ji wan xwestin ku wan ji komên çekdar ên girêdayî rêjîm û Artêşa Azad biparêz in. Li ser daxwaza şêniyên herêmê ku piraniya wan ji  Ereban pêk tên, hêzên YPG᾿ê bendên kontrolê li ser rêya gundên Taya, Mehemed Diyab, Mişêrfe, Ebû Xezef û Sofya danîn û dest bi parastina şêniyên herêmê ji komên çekdar kirin.

Şervanên YPG᾿ê yên li ser bendên kontrolê jî dan zanîn ku piştî bûyerên dizî û talankirinê li herêmê zêde bû û herî dawî jî komên çekdar 2 ciwan ji vê herêmê revandin û li se daxwaza şêniyên herêmê şervanên YPG᾿ê bendên kontrolê li van gundan danîn û dest bi parastina gelên herêmê kir. Şervanên YPG᾿ê destnîşan kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe hemû pêkhateyên herêmê ji komên çekdar û êrîşan biparêzin.

Şêniyên herêmê jî bi hatine YPG᾿ê herêmê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku YPG᾿ê dê hemû pêkhateyên  herêmê biparêzin.