YPG: Riya kevin ya Hesekê û Dirbêsiyê vekiriye
YPG: Riya kevin ya Hesekê û Dirbêsiyê vekiriye
YPG: Riya kevin ya Hesekê û Dirbêsiyê vekiriye
Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Hesekê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, opersyona wan ya li ser riya di navber Hesekê û Dirbêsiyê de li ser daxwaza welatiyan pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, YPG᾿ê riya di navber Dirbêsiyê û Hesekê, navenda ava vexwarinê û ceyranê, navenda paqijkirina avê yên li ser bendava Şerqî ji komên çekdar rizgar kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, komên çekdar di van mehên dawî de herdû riyên di navber Dirbêsiyê û Hesekê a kevin û nû girtin û navendên hildana ava vexwarinê ya Hesekê, navenda safîkirina avê ya Hesekê, navenda Sefa ya Ceyranê û hin navendên din ên leşkerî li herêmê wek wargeh ji xwe re bikaranîbûn û ji vir êrîşî welatiyan dikin, rêwî direvandin û xerac ji wan digirtin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, gelek welatiyên herêmê li cem YPG᾿ê giliyê van komên çekdar kirin û ji wan xwestin da ku herêmê ji wan paqij bikin. Hate destnîşan kirin ku, li ser vê yekê YPG᾿ê da ku ewlekariya welatiyan li ser vê van riyan biparêze ket nava hewldanan û wiha pê de çû: “YPG di serî de riyên têkiliyê bi van komên çekdar vekirin da ku bi rêbazên aştiyana komên çekdar ji herêmê derkevin, lê ev komên çekdar bersiva hewldanên me bi qutkirina ava li ser bajarê Hesekê da û êrîşî navendên YPG᾿ê kirin.”
YPG’ê diyarkir ku, YPG neçar ma ku bersiva êrîşa komên çekdar bide û dest bi rizgarkirina rê û navendên avê û ceyranê yên li ser bendava Şerqî bike. YPG’ê da zanîn ku, di encamê de hemû navendên behsa wan hate kirin û rê ji komên çekdar hatin rizgar kirin, her wiha êdî welatî bi aramî dikarin di riya kevin ya Dirbêsiyê û Hesekê re biçin.
Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya YPG᾿ê li Hesekê bang li şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên wê kir, da ku bi haydarî tevbigerin û piştgiriya YPG᾿ê bikin. YPG’ê got: “Em ji gelê xwe re tekîd dikin armanca me ew e ku em parastina gelê herêmê bikin û em dê ji bo vê yekê bi hemû hêzên xêrxwaz ji bo serketina şoreşa li Sûriyeyê û hilweşandina rejîmê û hemû sembolên wî tevbigerin.”