Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

YPG: Li başûrê Kobanê 54 çete hatin kuştin

YPG: Li başûrê Kobanê 54 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê destnîşan kir ku li eniyên başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê berxwedaneke dîrokî li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê nîşan dan û diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de li eniya başûr 54 çete hatine kuştin. Di şer de hejmarek zêde çekên giran ên çeteyan hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li derdora Kobanê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kobanê û şervanên YPG/YPJ di roja 17. de jî li eniyên başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê li dijî êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê bi awayekî dîrokî li ber xwe didin.

Hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de pêşketina êrîşên çeteyên ên bi tanq, top û çekên giran hat rawestandin û li başûr û başûr-rojavayê herêmê derbên giran li çeteyan hat xistin. 

LI ENIYA BAŞÛR 54 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê şerê li eniya başûr re ev agahî da:

"Li başûrê Kobanê derdora salona Newrozê û li gundê Helincê duh tevahiya roj û şevê şerê dijwar qewimî. Li derdora gundê Helincê 43 çete hatin kuştin. Çeteyên ku ji gelek milan ve êrîş kirin, rastî berxwedana şervanên me hatin. Li vê herêmê 10 kaleşnîkof, 1 karnas (dragunov), 1 B7 roket-avêj, 2 dûrbînên şev û rojê û gelek cebilxane hat desteserkirin. Li derdora salona Newrozê jî tanqeke çeteyan derb xwar, doçqayek 23 û doçqayek 14.5 hat îmhakirin. Li vê derê jî 11 çete hatin kuştin. Şerê li herêmê cih bi cih dewam dike."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li dijî çeteyên ji rojhilat û rojavayê Kobanê dixwazin têkevin bajêr şer didome û hat gotin ku agahiyên şer wê paşê ji raya giştî re were aşkerakirin