YPG: Ji komên çekdar 4 hatin kuştin û yek jî dîl hate girtin
YPG: Ji komên çekdar 4 hatin kuştin û yek jî dîl hate girtin
YPG: Ji komên çekdar 4 hatin kuştin û yek jî dîl hate girtin
YPG’ê di derbarê pevçûnên du yên li Efrînê daxuyaniyek da û ragihand ku, 4 endamên komên çekdar hatine kuştin û yek jî dîl hatiye girtin. YPG’ê da zanîn ku, komên çekdar neçarmane paşde vegerin.
Navenda Ragihandina Yeketiya Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek weşand û di derbarê pevçûnên duh li gundên Basilê û Zaretê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê rû dane agahî dan YPG’ê da zanîn ku, di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê 4 ji komên çekdar hatine kuştin.
Di daxuyaniyê di hate gotin: “Pevçûnên bi dijwarî li gunên Basilê û Zaretê rû dane ji ber ku komên çekdar hewldan ku êrîşê hêzên YPG’ê bikin û di encama bersivdayînê de 4 ji komên çekdar hatine kuştin û yek jî dîl hate girtin. Ew jî neçar man ku paş ve vegerin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Komên çekdar dîsa êrîşî YPG’ê kirin û vê carê jî ji aliyê gundê Zaretê ve êrîş kirin û bi berxwedana YPG’ê neçar man ku paş ve vegerin.”
YPG’ê destnîşan kir ku, “Piştî têkçûna êrîşên komên çekdar, gundê Aqîbê topbaran kirin. Her wiha bi topên hawan, tang, reşaşe û doşka şêniyên gund ketin metirsiyekê û hin ji wan koçber bûn. Piştî şervanên YPG’ê bersiv dan neçar man ku paşde vegerin.”