YPG: Hebûna Tabûra Elzalam ne raste, ev komek çete ye
YPG: Hebûna Tabûra Elzalam ne raste, ev komek çete ye
YPG: Hebûna Tabûra Elzalam ne raste, ev komek çete ye
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku tu hebûn ji Tabûra Elzelam li Efrînê tune ye. YPG᾿ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev nûçeyên bi vî rengî tên belavkirin,da ku tirsê bêxin dilê welatiyan têne dayîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, beriya çend rojan navê tabûra El zelam di herêmê de belav bû û hat gotin ku ev tabûr kesayetên welatparêz ên kurd înfaz dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanc ji belavkirina nûçeyên derew ewe ku tirsê di nava welatiyan de belav bikin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek YPG᾿ê li herêma Efrînê ji gelê xwe re radigihînin ku tu tabûrek bi vî navî li ser erdê tune ye. Ev komeke çete ne û heger ku şaştî kirin emê hesabê jê bi pirsin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnişan kirin ku, “Em wek YPG᾿ê li hindir û derveyî Efrînê li dijî hemû hêzên çete radiwestin.Em ji gelê xwe hêvî dikin ku dema agahî bidest xistin di derbarê van komên çeteda, me agahdar bikin da ku em li ser kiryarên wan rawestin û hesabê jê bixazin .”