YPG: Emê rêya Hesekê-Dirbêsiyê ji çeteyan paqij bikin

YPG: Emê rêya Hesekê-Dirbêsiyê ji çeteyan paqij bikin

Meclîsên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Hesekê û Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku opersyona wan li dijî komên çekdar ên Artêşa Azad ku rêya navber Hesekê û Dirbêsiyê girtibûn, heta ku rê bi temamî were vekirin dê bidome.

Di daxuyaniya hevbeş a Meclîsên Leşkerî yên Hesekê û Dirbêsiyê de hate gotin ku ev demeke dirêje komên çekdar ên xwe li ser Artêşa Azad hesab dikin, rêya navber Dirbêsiyê û Hesekê girtine, welatiyên kurd direvîne , êşkencê li wan dikin û xiracê ji bo berdana wan destînin. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev komên çekdar ji bilî van kiryarên kirêt ava vexwarinê ku ji bendava Şerqî diçe bajêr bê qut kirine. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku li ser daxwaza gelê herêmên Dirbêsiyê û Hesekê û giliyên wan ên li dijî van komên çekdar hêzên YPG᾿ê mudaxele kir û ket nava hewldanan ku herêmê ji van komên çete paqij bikin.

Di daxuyaniya hevbeş ya meclîsên leşkerî ya YPG᾿ê li Dirbêsiyê û Hesekê de hate ragihandin ku YPG᾿ê hêzên xwe şand herêmê da ku rêya navbera Hesekê û Dirbêsiyê ji van komên çete bi temamî paqij bike û rêya welatiyan bi aramî vebike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo ku tevlihevî di herêmê de çê nebe YPG᾿ê xwe gihand komên çekdar û ji wan xwest da ku bi awayekî aştiyane ji herêmê derkevin û wiha dom kir:᾿̓ Lê Komên çekdar ên behsa mijarê berê çekên xwe dan şervanên me û di encamê de ji duh ve pevçûn derketin û hîn dewam dikin.᾿̓ Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di van pevçûnan de hêzên YPG᾿ê hinek ji rêya navber Dirbêsiyê û Hesekê ji komên çekdar paqij kirin û hîn di nava hewldanan de ye ku herêma Bendava Şerqî bi temamî ji komên çekdar paqij bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG᾿ê ji bo pirsgirêkên li pêşiya hemû gelên herêmê ji kurd, ereb û xiristyan bi haydarî tevdigere û heta ewlekariya welatiyên herêmê pêk bê dê opersyona li dijî van komên bidome.