YPG: Emê li dijî Xalid Heyanî erka parastinê pêk bînin
YPG: Emê li dijî Xalid Heyanî erka parastinê pêk bînin
YPG: Emê li dijî Xalid Heyanî erka parastinê pêk bînin
Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Herêma Efrînê destnîşan kir ku, koma çekdar a girêdayî Xalid Heyanî, ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye avakirin û li dijî exlaqê şoreşa Sûriyeyê tevdigere, lewre heta ev kom dest ji van karan berdide, ewê erka xwe ya parastinê pêk bînin.
Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Efrînê, derbarê êrîşên komên çekdar ên Xalid Heyanî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema YPG’ê li dijî hêzên rejîma Bass ên li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê liberxwe dida, komên çekdar ên girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî welatiyên sivîl ên kurd û ereb digirtin û xerac ji koçberên taxên kurdan ên Helebê digirtin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêkanînên Heyanî nîşan didin ku ev kom ji aliyê rejîma Bass ve hatiye avakirin û ji bo berjewendiyên wan tevdigere.
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin li hemberî van pêkanînên li dijî exlaqê şoreşa Sûriyeyê yên çekdarên Xalid Heyanî, YPG wê dest ji erka xwe ya parastinê bernede û wiha hate gotin: “YPG wê li dijî tabûrên Şuheda El-Bedir a girêdayî Xalid Heyanî di çarçoveya erka parastinê de çalakiyan pêk bîne. Heta ku Heyanî dest ji kiryarên xwe yên li dijî şoreşa Sûriyeyê û êrîşên li ser sivîlan ber dide, emê erka xwe ya parastinê pêk bînin.”