YPG: Emê hemû lîstikên qirêj xera bikin
YPG: Emê hemû lîstikên qirêj xera bikin
YPG: Emê hemû lîstikên qirêj xera bikin
Fermandariya Herêma Efrînê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar ku êrişên ji 25'ê Gulanê û vir ve li Efrînê rû didin, komployeke Tirkiye û Rejîma Baasê. YPG'ê destnîşan kir ku gelê Kurd di encama van êrişan de dost û dijminên xwe baştir nas kiriye.
Fermandariya Herêma Efrînê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe de, ji ber giyana yekitiyê ya gelê Efrînê û herdu meclîsan spasiya xwe pêşkêş kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ewê bi vê giyana berxwedan û yekitiyê, li gelemperiya Rojava û bi taybetî jî li Efrînê hemû lîstikên qirêj ên ji Tirkiye û rejîma Sûriyê xera bikin. Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Ji ber xwedîderketina li şervanên YPG'ê, em ji gelê xwe yê Efrînê re spas dikin. Şervanên me, zarokên wan e. Bi hêz û baş xwedî li zarokên xwe derketiye. Her weha ji ber helwesta wan a xurt a li dijî êrişên demên dawî, em ji wan re spas dikin. Bi vê nêzîkatiyê re, gelê Efrînê helwesta xwe ya berxwedêr a li ser bingeha parastina şoreşa xwe, careke din nîşan daye."
Di daxuyaniyê hat ragihandin, ku di encama vê helwesta gel de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Meclîsa Netewî ya Kurden Sûriyê li Basilê, Zyaret û Akibê çûne mewziyên şervanên YPG'ê yên axa xwe diparêzin û nîşan dane, ku ew di haya kar û berpirsyariyên YPG'ê de ne. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Meclîsên me, li mewziyên şervanên YPG'ê daxuyaniyeke kurt dan û destnîşan kirin ku ew di haya berpisyariyên xwe de ne. Ji bilî partiya azadî, hemû partiyan El Partî, Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdên li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdan li Sûriyê, y ek bi yek hatin serdana navenda me ya YPG'ê û destnîşan kirin, ku ew amade ne berpirsyariyên xwe bicih bînin."
"PARTIYA DEMKORATÎK A PÊŞVERÛ YA KURDÊN LI SÛRIYÊ ENDAMEN XWE ŞANDIN MEWZIYAN"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdên li Sûriyê di vî warî de gaveke berçav avêtiye û hin endamên xwe şandine nava refên YPG'ê.
Fermandariya YPG'ê diyar kir, ku hemû gelên li Efrînê dijîn, bi taybetî jî Eşîra Ereban a bi navê Amîratê, ji wan re ragihandine ku ew amadene çekan hilgirin û bi wan re li dijî çeteyan şer bikin û weha got, "Bi sedan endamên Eşîra Amîratê ya Ereb ragihand ku ciwanên wan amade ne li dijî çeteyan şer bikin û wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih bînin. Weke YPG ji xwe em bi hêz in, lê ev nêzîkatiya yekitiyê hîn bêtir hêz daye me. Em destnîşan dikin, ku emê bi vê giyana yekitî û hevkariyê ya Kurd û gelên din ên li Efrînê dijîn, emê hemû lîstik û êrişên li dijî Efrînê pûç bikin."
"YÊN AMBARGO DANÎNE SER EFRÎNÊ, WÊ BI XWE ZERARÊ BIBÎNIN"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hin derdor hêza berxwedanê ya Kurdan û Efrînê nizanin û hat gotin, bi danîna ambargo û girtina rêyan re Efrîn tiştekî wenda nake, berovacî wê kesên di nava van lîstikan de wenda bikin.
Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin ku hêzeke mezin a berxwedanê ya gelê Efrînê heye û ev xal hat destnîşankirin: "Gelek caran hatiye ceribandin. Hêza xwe, di şertên giran de mîna şertên îro nîşan dide. Rêya ji Azaz û Dart Aze diçin Efrînê hatiye girtin. Ev nêzîkatî, ne nêzîkatiya cîrantî, dostanî û însanî ye. Yên ji vê zerarê bibîni Azaz û Dart Azê ye. Efrîn, Kurd û gelên din ên li vir dijîn, wê zerarê nebînin. Eger difikirin bi ambargoyê Efrînê teslîm bigirin, xwe dixapînin. Ji ber ku di zivistana derbasbûyî de Efrînê 3 mehan li hemberî her şêweyên ambargoyê li ber xwe da û serî netewand. Pêwistiya Efrînê bi wan tineye, pêwistiya wan bi Efrînê heye. Yên bi niyeta ambargoyê tevdigerin, wê bi xwe zerarê bibînin."
DOSTANÎ ROJÊN TENG DE DIYAR DIBE
Daxuyaniyê wiha berdeam kir: “Di vê demê de ligel hemû lîstikên qirêj gelên Anedan û Atmê ji ber ku em ligel şoreşgeriya rastîn ya mafanin em spasiyên xwe bo wan dikin. Gelê Anedan û Atmê ligel hemû zor û zehmetiyan wek helwestekê ligel gelên Afrînê cihê xwe girtin.” YPG’ê ji bo Tugayên ku diyar kirin ku ew ne di danezana ku tê gotin di nava 21’ê Tugayî de cih digirin de ne wiha got: “Em rastiya Tugayan dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelek aliyên ku ligel şoreşa rastîn ya Suriyeyê ne. Her wiha divê ez hêz bizanin ku divê li dijî kesên kul i hemberî wan planan dikin şer têbikoşin.”
PLAN LI TIRKIYEYÊ PÊK HATIN
YPG’ê da zanîn ku ev êrîşê li dijî Efrînê plan û komployên Tirkiyeyê ne û got divê mijarê de di destê wan de hinek belge û agahî hene. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Komên Liva Tevhit, Azazdaki Liva Asifet Şimal, Liva Fatih, Devlul Îslamiyê ji Tirkiyeyê pere girtine. Der barê de di destê me de agahî hene. Ev pere ji bo ku kurdan û komên Îslamî bîne hemberî hev dane. Bi vê armancê ev kom xistine nava tevgerê. Di rojên dawî de di bingeha êrîşên li hemberî Efrînê de ev heye. Tirkiye niha dixwaze li ser şoreşa Sûriyeyê ji kurdan tolê hilbigire.
Her wiha dîsa li gorî agahiyên di destê me de Lîva Tevhît ji rejîma Baas pere girtiye û dixwaze ambargoya li ser Zehra û Niblê bê rakirin. Rejîm di şerê li Halebê de têk çûye. Dixwaze ji vê tengasiyê derbikeve. Dixwaze li ser zindana Muslimiye ya Halebê vê zincirê bişikîne. Ji ber vê pere daye Lîva Tevdîde. Fatureya van lîstikên qirêj dixwazin ji kurdan derbixin. Emê van komployan jî vala derxînin.
Lîstika kut ê lîstin lîstikek qirêje. Armanc ev eku aliyên Îslamî û kurdan bînin hember hev. Em wek YPG tu carî me newekhevî nekir navbera gelan. Em dê nekinê jî tu carî me cudahî nekir navbera gelan, partiyan û mezheban. Emê nekinê jî.