YPG: Em amadene gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê biparêzin

YPG: Em amadene gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê biparêzin

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanê derbarê hin nûçeyên derew ku bi armanca tevlîheviya di nava pêkhateyên herêmê de tên belavkirin daxunayiyekê weşand. Di daxuyaniyê hate destîşankirin ku, Tabûra Elheq ya girêdayî tûgaya Ehfad El-Resûl peyman di navbera YPG᾿ê û Artêşa Azad de binpê kir. YPG’ê da zanîn ku, ew beşek ji şoreşa rûmetê ya Sûriyeyê ne û gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê biparêzin.

Di daxuyaniya fermandariya YPG᾿ê ya Kobanê de hate gotin ku, şoreşa gelê Sûriyeyê ket sala xwe ya 3᾿mîn û hîn gelek hêzên veşartî li benda derfetane ji bo berjeweniyên xwe kar dikin û wiha hate gotin: “Hîn hin destên veşirtî hene bi hêzên derve ve girêdayî ne û ji berjewendiyên xwe û hêzên derve dixwazin tevlîheviyê di nava pêkhateyên herêm de derbixin. Lê ji ber ku pêkhateyên Sûriyeyê ji ol û netewên cûda pêk tên, bi hev re jiyan hevbeş pêşxistine û hemû pêkhatî di wê astê dene ku karin pirsgirêkê xwe çareser bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, hêzên tarî komên çekdar bikartînin û hewl didin şerekî navxweyî di herêmê de derbixin û wiha pê de çû: “Plan ji Til Temir destpê kir, gihişte Efrîn, ji xwe ev ambargoya li ser Efrînê xalên planê eşker dike û nûçeyên derbarê civîna li Şiyûx û Sabrîn dikeve çarçoveya planê de.”

Fermandariya YPG᾿ê Li Kobanê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, hin komên çekdar berê xwe dan şêwazên kirêt, nûçeyên derew derbarê gelê Kurd belavdikin û ev tişt got: “Ji nûçeyên xwe yên derew dixwazin bigihêjin astekê , ji bo ku biratiya Kurd û Ereban binpê bikin û tevlîheviyê derbixin. Ev komên çekdar ji bo plana xwe dewam bikin berê xwe didin mizgeftan û îlana berxwedana giştî li dijî kurdan dikin. Her wiha tabûra El-Heq a girêdayî tûgaya Ehfad El-Resûl peymana di navber YPG᾿ê û Artêşa Azad ku dibêje herêma di navber gundê Cirin Eswed û Til Ebyd de nabe tu bendên kontrolê hebe binpê kirin û li beranberî gundê El-Sukeriya benda kontrolê çêkirin. Di encamê de pevçûn di navber komên çekdar de bi xwe derket. Ev yek aştiya herêmê bin pê dike.”

YPG’ê destnîşan kir ku, ev tiştên hatine kirin ne tesadufin û ev tişt hate got: “Ev bûyerên pêk tên plankirîne. Ev ne tesadufin, hin hêzên ku cilên şoreşê li xwe kirine li herêma Sarîn, Şiyûx û Cerablus xwe bi cih kirine û ji bo berjewendiyên hêzên derve dixebitin.  Ev dixwaz in aştiya navxweyî li vê herêmê binpê bikin, civîna lidar dixin û pirojeyên wêrankirinê yên veşartî li herêmê li ser xwîna welatiyên bê guneh ji kurd û ereban avabikin û berjewendiyên xwe yê aborî esas digirin.”

Di daxuyaniyê de kiryarên tabûra El-heq hate şermezarkirin û hate gotin ku, YPG᾿ê dûrî nakokiyên di nava komên çekdar de ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em beşek ji şoreşa rûmetê ya Sûriyeyê ne, ev lîstokên qirêj, derewên têne kirin wê moralên me yê berxwedanê danexînin. Em dê heta dawî ji bo parastina aştiya navxweyî têbikoşin, li ser baweriya xwe ya li cewherî ya me şoreş destpê kir em biratiya Kurd, Ereb û hemû pêkhateyan biparêzin. YPG᾿ê amadeya ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê biprêze.”