YPG: Eger rêjîm têkeve herêmên me, emê bi tundî bersivê bidin
YPG: Eger rêjîm têkeve herêmên me, emê bi tundî bersivê bidin
YPG: Eger rêjîm têkeve herêmên me, emê bi tundî bersivê bidin
Femandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li Helebê di derbarê rewşa dawî ya taxên Kurdan li bajarê Helebê û hewldanên rêjîmê yên derbasbûna van taxan de daxuyaniyek nivîskî weşand. (YPG) da xuya kirin ku eger rêjîm hewildanên ketina van taxan berdewam bike ew ê jî di çarçova parastinê tenê de nemînin.
Di daxuyaniya fermandariya giştî ya YPG’ê tê gotin: "Ev çar roj in ku hêzên rêjîmê hewl didin ku ji hêla "Mexselet Elcezîra" derbasî Şêxmeqsûda Xerbî bibin û ji hêla benda Ewarid jî derbasî Şêxmeqsûda Şerqî bibin, yekîneyên me jî rê nedan ku derbas bibin, li ber xwe dan û gelek ji endamên hêzên rêjîmê hatin kuştin."
Daxuyanî ya YPG’ê wiha berdewam dike : "Ev du meh in ku hêzên rêjîmê bi bihaneya ku komên çekdar li wir hene Taxên Kurdan bombebaran dike û hewl dide ku derbasî taxan bibe. Em jî wek fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em ê bê bersiv û di çarçova parastinê tenê de nemînin, eger rejîm hewl bide têkeve herêmên me û bombebaran bike em ê bi tundî bersivê bidin."
Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin: "Em wek fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), soz didin gelê xwe ku li hember êrîşên dixwazin rûmeta gelê me têk bibin li ber xwe bidin û herêmên Kurdan biparêzin."