YPG’ê serdana malbata şervana YPJ’ê Bêrîvanê kir

YPG’ê serdana malbata şervana YPJ’ê Bêrîvanê kir

Li navçeya Mabeta ya Efrînê komek ji şervanên YPG’ê ji bo sersaxiya malbata hevala wan Bêrîvan ya ku di berxwedana navçeya Şêrewa ya Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû serdana malbatê kirin.

Li navçeya Mabeta ya Efrînê komeke şervanan ji YPG’ê ji bo sersaxiya malbata hevala wan serdana malbata Bêrîvan ya ku di berxwedana navçeya Şêrewa li hember komên êrîşkar ên Artêşa Azad de jiyana xwe ji dest dabû kirin.Piştî ku koma şervanan gihîşte malbatê bi deqîqeyeke rêzgitinê Bêrîvan û kesên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn.

Piştre Endamê Koseya Leşkerî ya YPG’ê şervan Fewaz Efrînî axaftinek kir û got: “Berxwedana ku YPG’ê li navçeya Şêrewa dike em wek berxwedana hebûna Kurdan li herêmê dibînin û em dê bi serbikevin ji ber ku tevahî gelê Kurd piştgiriya me dike.”

Efrînî di axaftina xwe de wiha dom kir: “Gelek dixwazin dest danin ser herêma me û herêmê bikin qada şer û pevçûnan di navbera Artêşa Azad û rejima Baas de, lê em bi baweriya xwe û berxwedana xwe dê hemû pilanên li ser gelê me tên meşandin bê encam derbixin.”

Xwişka şervana YPJ’ê Bêrîvanê Ayhan axivî û serdana koma şervanên YPG’ê spas kir, her wiha ji şervanan xwest ku tola xwîşka wê ya ku xwîna xwe ji bo gelê xwe daye rakin.

Li aliyê din bi navê YPJ’ê Avesta Efrîn diyar kir û da zanîn ku, “Berxwedana Şehîd Bêrîvan û Silava ji bo azadiya gelê xwe berxwedaneke bê hempa bû.”

Her wiha koma şervanên YPG’ê ji malbata re sond xwarin ku ti carî doza şehîdan bernedin û dê berxwedana xwe heta gelê Kurd azad dibe bidomînin.

Hate zanîn ku, hin komên din ji şervanên YPG’ê serdana gundên Birîmce ya navçeya Mabeta û Coqê ya girêdayî bajarê Efrînê ji bo sersaxiya mabatên herdu şervanên YPG’ê Armanc û Demhat kirin.