YPG'ê rêya Hesekê-Til Temir ji çeteyan paqij kir

YPG'ê rêya Hesekê-Til Temir ji çeteyan paqij kir

Di çarçoveya "Opersyona Şorşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temir" de hêzên YPG'ê rêya di navber Hesekê û Til Temir bi temamî ji komên çete yên DAIŞ/Eniya El Nusra rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ji cihên operasyonê hatin wergirtin, hêzên YPG'ê di "Opersyona Tolhildana Şehîdên Til Temir" ya berî 3 rojan dabûn destpêkirin de îro rêya di navbera Til Temir û Hesekê bi temamî ji komên DAIŞ/Cephet El Nusra rizgar kirin. 

Hate ragihandin ku şêniyên herêmê bi tilîlî û kêfxweşî pêşwaziya şervanên YPG'ê kirine. 

Hêjaye gotin ku di herêma di navbera Til Temir û Hesekê  de gelek gundên Asûrî, ereb û kurdan hene.