YPG’ê navenda ava vexwarinê a Hesekê rizgar kir
YPG’ê navenda ava vexwarinê a Hesekê rizgar kir
YPG’ê navenda ava vexwarinê a Hesekê rizgar kir
Şervanên YPG᾿ê navenda ava vexwarinê ya Hesekê ji destê komên çekdar rizgar kir û di nava setekê de dê ava bajêr ku ev 2 roj ji aliyê komên çekdar ve hatiye qut kirin veke.
Hate ragihandin ku, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navenda ava vexwarinê ya bajarê Hesekê ku li bendava şerqî ye ji komên çekdar rizgar kir. Piştî ku şervanên YPG᾿ê navend bi temamî rizgar kirin karmendên avê hatin ser karê xwe û tê payîn ku di nava setekê de ava vexwarinê ya Hesekê ku ev 2 rojin ji aliyê komên çekar ve hatiya qutkirin veke. Her wiha riya kevin di navbera Dirbirbêsiyê û Hesekê bi temamî ji komên çekdar hatiye paqijkirin û operasyona li dijî komên çekdar didome.