YPG'ê li rojavayê Kobanê derbek giran li çeteyan xist
YPG'ê li rojavayê Kobanê derbek giran li çeteyan xist
YPG'ê li rojavayê Kobanê derbek giran li çeteyan xist
Hêzên YPG’ê li Girê Momana Şêxan ê li rojavayê Kobanê derbek giran çeteyên DAIŞ'ê xistin û di encamê de 2 wesayîtên leşkerî, wesayîtek doçka li ser hatin rûxandin û bi dehan çete hatin kuştin.
Hat ragihandin ku hêzên YPG’ê di nîvê şevê saet di 00.30’an de li gundê Momana Şêxan ê li rojavayê herêma Kobanê çalakiyeke bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xistine.
Di encama çalakiyên de pevçûnên dijwar rû dan û 2 wesayîtên leşkerî û wesayîtek doçka li ser a çeteyan hatin rûxandin. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin. Der barê hejmara kuştiyên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi destxistin.
Şer û pevçûn li heman deverê bi hemû dijawariya xwe berdewam in.