YPG'ê li Rebîa 3 panzêr desteser kir
YPG'ê li Rebîa 3 panzêr desteser kir
YPG'ê li Rebîa 3 panzêr desteser kir
Şervanên YPG’ê û pêşmergeyan ku duh li herêma Rebîa li dijî çeteyên DIAŞ’ê operasyon dabû despêkirin, derbeyên mezin çeteyan xistin. Di operasyona ku piraniya bajarokê ket bin kontrola YPG’ê de tangek, 3 panzêr û gelek çekên giran ên çeteyan desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê operasyona duh li Rebîa destpê kir de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 30'ê Îlonê, li navçeya Mûsil Rabîa, şervanên me û hêzên Pêşmerge, di nava kordînasyonekê de ji du aliyan ve li hemberî çeteyan êrîş dane destpêkirin. Ev êrîş niha jî dewam dike. Ji bilî herêma Sawama û herêmên stratejîk ku ji 3'ê Tebaxê heta niha di bin kontrola hêzên me de ne, du taxên din jî hatine rizgarkirin. Hêzên pêşmerge jî, ji bakûrrojhilat û başûr ve heta nexweşxaneya başûr pêşveçûne. Di rewşa niha de, ji bilî nexweşxaneyê hemû deverên navçeyê hatine rizgarkirin.
Di van êrîşan de gelek çete hatine kuştin lê hejmar nehatiye zelalkirin. Hêzên me 3 panzêr, 1 BKC, 1 B7 roket û 12 roketên B7, 1 kaleşnîkof, 1 M16, 10 bombe, 10 guleyên hawanê yên 60 mm û gelek alavên leşkerî desteser kirine."