"YPG'ê leşkerên Tirk ji Rojava derxist"

"YPG'ê leşkerên Tirk ji Rojava derxist"

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşên komêm çekdar li dijî gundên Efrîn, dorpêçkirina Efrîn ji aliyê van koman  ve û êrîşa yekîneyên Artêşa Tirk li dijî gundê Mele Xelîl a Cindêrisê daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çekdar ên Artêşa Azad bi armanca şikandina vîn û îradeya gelê kurdan di 25᾿ê gulanê de êrîşî Efrîn kirin. Artêşa Tirk bi armanca piştgirtiya wan êrîşî gundê Efrîn kir û bi berxwedan şervanên YPG᾿ê neçar man paşvegerin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku YPG᾿ê û şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên wê berxwedaneke bê hempa dijî van êrîşan nîşan dan û wiha hate gotin: ᾿̓ Destpêka bûyeran, komên çekdar êrîşî yekîneyên me li gundên Aqînê, Basilê û Zaratê kirin. Di 10᾿ê hizêranê de jî van koman êrîşên xwe fereh kirin û berê çekên xwe dan gundê Mereskê û Kefer Mezê. Di encama bersivdayîne şervanên  me de pevçûn rû dan û êrîş vala hatin derxistin.

Di berdewama daxuyaniyê de encam pevçnan hate diyarkirin û wiha hate gotin: ᾿̓ De encama bersivdayîna êrîşan de şervanên me çalakiyek pêk anîn û di encamê de pêşketinek meydanî bidestxistin. Gundên Kefer Mezê ji destê komên çekdar hate rizgar kirin, şevê din di saetên dawî de jî komên çete careke din êrîş kirin û xwe di gund de bi cih kirin, lê di encama bersivdayîna şervanên me de pevçûn 2 saetan dom kirin, di ecamê de komên çekdar ji gund xwe paşve kişandin.᾿̓

Di daxuyaniya fermadariya giştî ya YPG᾿ê de hate gotin ku di pevçûnên 3 rojan de gelek çekdar hatin kuştin û gelek birîndarên wan jî hene, her wiha avahiyek ku bibû navenda komên çekdar û wesayîteke doşka li ser hatin rûxandin. Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku di van pevçûnan de 3 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe jidest dane.

Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku duh êvarê  yekîneyên Artêşa Tirk bi armanca piştgirtiya komên çekdar êrîşî gundê Mele Xelîl a Cidêrisa Efrînê ku li ser sînor ê bakur û rojavayê Kurdistanê dikeve û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê  de, Yekîneyên Artêşa Tirk neçar man xwe paşve bikşînin û hate gotin: ᾿̓ Tu niyeta me ku em êrîşî sînorê Tirkiyêû Artêşa Tirk bikin tune ye,  em bang li Artêşa Tikr dikin da ku bi tu awayî nêzî herêmên me ne bin.᾿̓

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: ᾿̓Em wek YPG᾿ê soz didin  gel û Şehîdên xwe ku em ê li ser xeta şehîdan bimeşin, rê nedin komên diz ku têkevin herêmên rojavayê Kuristanê  û em ê herêmê bi temamî ji wan paqij bikin.᾿̓