YPG’ê koma çekdar ji Hedadê derxist
YPG’ê koma çekdar ji Hedadê derxist
YPG’ê koma çekdar ji Hedadê derxist
Piştî ku şêniyên gundê Hedadê li hemberî komên çekdar û hêzên rejîmê serî li YPG’ê da û xwest ku gundê wan biparêze, îro hêzên YPG’ê çûn gund û koma çekdar ji gund derxist. Li gundê ku YPG’ê tedbîr girtine, şêniyên gund jî parastinê dikin.
Gundê Hedadê ku 30 kîlometre dûrî bajarê Tirbespiyê ye, di 14’ê Nîsanê de ji aliyê komek çekdar ve hatibû dagirkirin. Balefirên rejîmê jî heman rojê gund bombebaran kiribû û di encamê de 5 ji wan zarok 11 kes hatibûn qetilkirin. Piştî bombebaranê koma çekdar ji gund derketibû, lê duh dîsa komek çekdar hatibû gund û gef li gundiyan kirin. Heman komê ji gundiyan xwest ku gund vala bikin. Li ser vê yekê şêniyên gund heyetek şand Tirbespiyê û serî Mala Gel û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da.
Heyetê pêşiyê li Mala Gel bi rayedarên meclîsa gel re hevdîtin pêk anîbû û piştre jî çûbû navenda YPG’ê û daxwazname pêşkêş kiribû. Rayedarên YPG’ê jî diyar kiribûn ku, ew dê tişta ji destê wan tê bikin.
Piştî serlêdana gundiyan îro hêzên YPG’ê çûn gundê Hedadê û ji koma çekdar xwest ku ji gund derkeve. Di encama hewldanan de koma çekdar ji gund derket û hêzên YPG’ê ji li gund tedbîr girtin. Şêniyên gund jî keyfxweşiya xwe anî ziman û li rex YPG’ê parastina gundê xwe kir.