YPG’ê dê gundiyên Sukeriyatê biparêze

YPG’ê dê gundiyên Sukeriyatê biparêze

Piştî ku şêniyên gundê Sukeriyata girêdayî bajarê Til Koçer li hemberî komên çekdar alîkarî ji YPG’ê xwest, hêzên YPG’ê li gund tedbîrên ewlekariyê girtin.

Di 18’ê Nîsana 2013’an de komek çekdar a bi navê Tabûra El-Farûq êrîşî gundê ereban Sukeriyata  girêdayî bajarê Til Koçer ê li ser sînorê Sûriye û Iraqê kiribû û di navbera wan û gundiyan de pevçûn derketibû. Di encama pevçûnê de 2 endamên komê hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn. Piştê bûyerê şêniyên gund banga alîkariyê li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir û xwestin ku parastina wan bike.

Li ser banga gundiyan hêzên YPG’ê çûn gund û bi alîkariya şêniyên gund, bendên kontrolê danîn û tedbîrên ewlekariyê girtin.