YPG'ê AA û rejîm hişyar kir: Nêzî Qamişlo nebin

YPG'ê AA û rejîm hişyar kir: Nêzî Qamişlo nebin

Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Qamişlo, diyar kir ku ew ê hemû taxên Qamişlo biparêzin û bi tu awayî rê nedin tu hêzên leşkerî têkevin bajêr. YPG᾿ê hêzên rêjîmê û çekdarên Artêşa Azad ku ev 2 roj in li derdora Qamişlo şer dikin jî hişyar kir da ku şerê xwe nexin bajêr. YPG’ê rejîm hişyar kir da ku êrîşî hêzên wan neke û ger bike jî dê bersiv bê dayîn.

Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê ya Qamişlo der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev 2 roj in li başûrê Qamişlo di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên Artêşa Azad de pevçûn diqewimin û di encamê de gelek ziyana maddî li gundên derdorê çêbûye, niştecihên gundên ku bûne hedefa topên rêjîmê ji gundên xwe koç kirine. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku her du alî jî li gorî zagonên şer tevnagerin û cûdahiyê naxin navbera hedefên sivîl û leşkerî. Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî welatiyên sivîl hatin şermezarkirin û hate gotin ku her du alî binpêkirinan dikin û êrîşî sivîlan dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîma Baas bi çekên giran êrîşî cihekî şervanên YPG᾿ê jî kiriye û di encamê de şervanekî YPG᾿ê birîndar bûye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rêjîmê hewl didin gelê kurd bikişînin nava şerekî ku tu berjewendiyên wan tê de tune ye. Di daxuyaniyê de hêzên rejîmê hatin hişyarkirin û hate gotin ku dê bersiva êrîşan bê dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê YPG parastina hemû pêkhateyên Qamişlo yên wekî Kurd, Ereb û Xiristiyanan bike û rê nede tu hêzên leşkerî ku ziyanê bigihînin bajar û pêkhateyên wê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ê rê nadin ku tu hêzên leşkerî derbasî Qamişlo bibin û ziyanê bighînin bajêr. Em her du aliyan hişyar dikin da ku şerê xwe neyînin hindurê bajêr û êrîşî yekîneyên me yên ku bajêr diparêzin nekin.᾿̓

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê rewşê ji nêz ve dişopînin û li gorî berjewendiyên şêniyên Qamişlo ku pêwîst bike dê mudaxele bikin.