YPG'ê 3 gundên Til Temir rizgar kir
YPG'ê 3 gundên Til Temir rizgar kir
YPG'ê 3 gundên Til Temir rizgar kir
Hêzên YPG'ê gundên Rugiba, Oca û Til Mexas ên li ser rêya Til Temir û Hesekê ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên Yekînyên Parastina Gel (YPG) di çarçova "Opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temir ê" saet derdora 09.00'an de gundên Ruguba, Oca û Til Mexas ên Til Temir ku li ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê ne ji komên çete rizgar kirin.
Hêjaye gotinê ku gundê Ruguba derdora 6 kîlometrî dikeve başûr rojhilatê Til Temir û komên çete weke baregeh bikar dianîn. Ev komên girêdayî Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Cephet El Nusra ji vir gelek caran êrîşî bajarê Til Temir dikirin. Ji aliyekî din ve gundê Til Mexas ku şêniyê wê Xiristiyanin, di bin metirsiya komkujiya komên çeteyên radîkal debûn.
Wekî din ji ve duh di çerçova "Opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Til Temir ê" YPG’ê bajarokê Tiwêna ku dikeve ser rêya Hesekê û Til Temir ji wan komê çeteyan rizgarkiribû.
Hate hînbûn ku operasyona li herêmê didome û şerên dinavbera YPG û komên çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra li herêmê didome.
YPG'ê di 25'ê Mijdarê de li herêma Hesekê bi navê "Operasyona Bîranîna Şehîdên Til Temir" operasyonek da destpêkirin.
Di operasyonê de li gel bajarokê Tiwêna, gundên Elwan û Miêrfe ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Li dû rizgarkirina Tiwêna ku çeteyên ser bi El Qaîdeyê ji xwe re weke baregeha leşkerî bikar dianîn, 11 Kurdên li vê derê dîl hatibûn girtin, hatin azadkirin.
YPG'ê pêr dabû xuyakirin ku di pevçûnan de 12 çete hatine kuştin û şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.
HESEKÊ ÇIMA GIRÎNG E?
Herêma Hesekê di warê cografîk de sêyemîn herêma mezintirîn a Sûriyê ye. Beriya şoreşa li Rojava, Hesekê di asta Walîtiya herêmê ya sîstema dewleta Sûriyê de bû û tevahiya bajarên Rojava bi vê herêmê ve girêdayî bû. Li başûrê wê Dêra Zor, li rojavayê wê Reqa, li rojhilatê wê Iraq û li bakurê wê jî bajarên Rojava hene.
Hesekê ku ji bo her hêzê cihekî girîng e, Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî û kêm be jî Çeçen lê dijîn.
Di pêvajoya şoreşê de li gel digel hêzên rejîmê, hêzên mûxalîf ên Sûriyê û Kurdan hêza xwe ava kirin.
Piştî demekê komên çekdar ên ser bi El Qaîdeyê li taxên Xwêran û Neşxa bicih bûn.
Ehrar El Xwêran (ev kom navê xwe ji taxa Hesekê ya di bin kontrola wê de ye digire) ku li vê derê bicih bû êrîşî Serêkaniyê, koma bi navê Dirrie El Cezîre jî êrîşî Kurdên li Çilaxa kir.
Çeteyên ku êrîşên xwe yên li dijî Rojava ji navendên li herêma Hesekê dikirin, piştî ku Til Koçer û Til Xelef ket bin kontrola YPG'ê, li gundên derdora Hesekê cih li wan teng bû.
Navenda Hesekê di warê serdestiya hêzê de bi 3 parçeyan dikarin werin destnîşankirin; navenda bajêr di destê hêzên rejîmê, li başûrê bajêr li taxên mîna Xwêranê çete bicih bûne. Cihên ku Kurd lê bi giranî dijîn jî, di bin kontrola YPG'ê de ne.