YPG’ê 2 gund rizgar kirin, operasyon didome

YPG’ê 2 gund rizgar kirin, operasyon didome

Hate ragihandin  ku di operasyona YPG/YPJ’ê ya li dijî komên çete li gundên derdora Hesekê hatiye destpêkirin de 2 gund hatine rizgarkirin.

Yekineyên Parastina Gel (YPG) vê êvarê saet derdora 19.00’an de li gundên derdora herêma Hesekê li dijî komên çete bi navê “Operasyona Tolhildana Şehîdên Til Temir” operasyon da destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine bidestxistin, di operasyona ku hîn didome de gundên Xirbeşêr û Elwana yên di navbera Hesekê û Dirbêsiyê de ji komên çete hatin rizgarkirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên YPG/YPJ’ê bajaroka Tiwêna ya di navbera Hesekê û Til Temir jî dorpêç kiriye û şerê li herêmê didome.