YPG'ê 11 welatiyên ku çeteyan revandibûn rizgar kirin

YPG'ê 11 welatiyên ku çeteyan revandibûn rizgar kirin

Hêzên YPG'ê ku îro bajaroka Tiwêna ya Hesekê ji destê komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kirin. 11 welatiyên sivîl ên ji Kobanê, Amûdê, Serêkaniyê û Qamişlo ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin û li Tiwêna hatibûn bi cihkirin rizgar kirin.

Navenda çapemeniya YPG'ê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku hêzên wan ên bajaroka Tiwêna ya Hesekê ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgarkirin, 11 welatiyên bi navên Ziyad Hecî Şêxo, Resûl Ebdulqadir Xelîl, Celal Elî Resûl, Weys Mihemed Resûl, Ehmed Mehmûd Umer ên ji Kobanê, Elî Derwîş Beşar, Elî Mihemed Şêxo yên ji Serêkaniyê, Rêzan Ismet Sarûxan, Ehmed Ismet Sarûxan, Ehmed Mihemed Şerîf ên ji Qamişlo û Yasir Qasim Abid ê ji Amûdê ku ji aliyê komên çete ve hatibûn revandin û li Tiwêna hatibûn bicîkirin rizgar kirin.

Welatiyên ku hatin rizgarkirin diyarkirin ku komên çete ew talankiribûn û îşkence li wan dikirin.