YPG: Di pevçûnên li Efrînê de 5 şervanên me şehîd ketin

YPG: Di pevçûnên li Efrînê de 5 şervanên me şehîd ketin

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG navê 5 şervanên xwe yên ku di pevçûnên li gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê jiyana xwe jidest dane eşkere kir.

Navenda Çapemenî û Rgihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê navê 5 şervanên YPG᾿ê ku di encama bersivdayîna êrîşên komên çekdar di 25᾿ê gulanê a ser gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê de jiyana xwe jidest dane, ji raya giştî re eşker kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di 25᾿ê gulanê de komên çekdar êrîşî gundê Aqîbê ya Navçeya Şêrawa ya  Efrînê kirin û şervanên YPG᾿ê bersiva êrîşan dan û di encamê de pevçûnên dijwar rûdan. Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG᾿ê di daxuyaniya xwe de da zanîn di roja 2᾿emîn ji pevçûnan têkilî bi 2 şervanên YPG᾿ê qut bû û piştî çend rojan li gundê Basilê jî  têkilî bi 4 şervanên din re qut bû.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku piştî  endama Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jina (YPJ) Silava jiyana xwe jidest da, hate hînbûn ku 5 şervanên din jî jiyana xwe jidest dane.

Di daxuyaniyê de YPG᾿ê destnîşan kirin ku şervanên YPG᾿ê ên jiyana xwe jidest dane bûn e sembola berxwedana li Efrîn û soz  da gelê herêmê ku ew ê dev ji şopa şehîdên xwe bernedin û heta deqeya dawî ji jiyana xwe, bi  hemû hêza xwe Efrîn û hemû pêkhateyên wê biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de nasnameya 5 şervanên YPG᾿ê  hate eşkere kirin:

Bêrîvan Qelendar  bi nasnav Xemlîn Nûcan. Navê Bav: Izet Qilndar. Navê dayîkê: Fatma Hemûda. Li navçeya Mabata ya Efrînê di sala 1989᾿an de jidayîk bûye. Dayîka zarokekê ye.

Hisên Hesen bi nasnav Egîd Rojava. Navê bav: Îsmaîl Hesen. Navê Dayîkê Henîfa. Di sala 1989᾿an de li Şmê jidayîk bûye. Li navçeya Mabata ya Efrîn dima.

Demhat Silêman binasnav Demhat Şoreş. Navê bav: Mistefa Silêman di sala 1993᾿an de li gundê Coqa ya navçeya Mabata jidayîk bûye.

Armanc Mamo binas nav Dêrsim Sîpan. Navê Bav: Mihemed Mamo. Navê dayîkê: Fîdan Mals. Di sala 1991'an li gundê Birînca ya navçeya Mabata  hatiye dinê.

Mihemed Abîş binas nav Adil. Navê Bav: Fûad Abîş. Navê dayîkê: Eswai. Di sala 1988᾿an de li gundê Basilê jidayîk bûye.