YPG: Di meha Remezanê de emê xwe ji şer vegirin
YPG: Di meha Remezanê de emê xwe ji şer vegirin
YPG: Di meha Remezanê de emê xwe ji şer vegirin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) meha Remezanê li hemû cîhana Mislimanan pîroz kir û diyar kir ku YPG, wê di vê meha pîroz de bi hemû awayî dûrî şer bisekine.
Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de meha Remezanê li hemû cîhana Mislimanan hat pîrozkirin û hate gotin ku YPG᾿ê hêvî dike, meha Remezanê bibe meha aştî û biratiyê, her weha hemû şer û pevçûn di vê mehê de rawestin.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hemû cejin û munasebetên olî rêbazên aştî, wekheviyê û hezkirina mirovan ne. Di van munasebetan de şer û pevçûn têne redkirin. Sûriyê û herêmên me bi taybet bûne qadên şer û pevçûnan. Baweriya YPG᾿ê bi pîrozbûna meha Remezanê û heramkirina rijandina xwînê di vê meha pîroz de heye. Li ser vî esasî em ê bi hemû îmkanên xwe dûrî pevçûnên bi hemû aliyan re bisekinin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku heger YPG᾿ê rastî êrîşan were, dê mafê xwe yê parastina rewa bikarbîne û bersiva êrîşan bide.