YPG: Basilê rizgar bû, vegerin gundê xwe

YPG: Basilê rizgar bû, vegerin gundê xwe

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanên YPG᾿ê gundê Basilê ku ji 25᾿ê Hezîranê ve ji aliyê çekdarên "Artêşa Azad" ve hatibû desteserkirin rizgar bû. YPG᾿ê da zanîn ku Operesyona wan li dijî komên çekdar dewam dike û bang li welatiyan kir ku vegerin malên xwe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin  ku di 25᾿ê Hezîranê de komên çekdar êrîşî gundê Basilê ya Navçeya Şêrawa kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê ku herêma diparêzin ji wê demê de pevçûn rû dan.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên YPG᾿ê çalakiya bersivdayînê li dijî komên çekdar ên ku xwe di gundên kurdan de bi cih kiribûn pêk anîn  û wiha got: ᾿̓ Yekîneyên me ji ji beriya 2 rojan ve çalakiyek bersivdayînê ji du aliyan pêk anîne. Çalakî ji aliyê gundê Basilê pê hatiye û di encama berxwedana şervanê me û dorpêçkirina gund ji roja 2᾿yemîn  ji pevçûnan komên çete ji gund reviyan û di encamê de gund Basilê ku komên çete ji xwe re kirbûn wargeha leşkerî bi temamî ji komên çete hate rizgar kirin.᾿̓

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku aliyê 2᾿emîn ji çalakiya wan piştî rizgarkirina gundê  Gundê Mezin pêk hat û di encamê de yekîneyên YPG᾿ê gundê Başemra ya Nêzî Enedanê îro di saetîn sbê de rizgar kirin.

Di daxuyaniya xwe de YPG᾿ê bang li welatiyên ku ji ber pevçûnan neçar man malên xwe terk bikin da ku vegerin malên xwe û ev tişt hate gotin:᾿̓ Em bang li hemû welatiyên sivîl ên ji gundên Basilê, Başera, Zirêgat û Gobalê kirin da ku niha bi temamî ketine destê şervanên YPG᾿̓ê de da ku vegerin malên xwe.᾿̓

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku operesyona YPG᾿ê dijî komên çeta dê dewam bike heta ku gundên Zaratê û Bênê bi temamî ji komên çete rizgar bibin û di daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûn li derdora gundê Bênê hîn didomin.

Komên Çekdar ên Artêşa Azad di 25᾿ê hizêranê de êrîşî gundên Navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin û di encama bersiv dayîne şervanên YPG᾿ê de pevçûnên dijwar rûdan. di encama pevçûnan de zêdetir ji 70 çekdar hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, her wiha 2 tang bi temamî hatin rûxandin.