YPG 6 gundên li derdora Serêkaniyê rizgar kir

YPG 6 gundên li derdora Serêkaniyê rizgar kir

Di çarçoveya operasyona li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê de, YPG'ê 6 gundên li derdora Serêkaniyê rizgar kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê dane destpêkirin, dewam dike.

Navendê diyar kir ku di çarçoveya operasyonê de duh bi şev 6 gundên bi navê Kaço ya rojhilat û rojava, Bîrqa, Asfuriya, Siwêdiya û Kûaşîlah rizgar kirine.

Hat ragihandin ku li heman herêmê, danê sibê di navbera şervanên YPG'ê û komên çete de şer destpêkiriye û heta niha jî dewam dike.