YPG: 20 gundên herêma Tirbespiyê hatin rizgarkirin
YPG: 20 gundên herêma Tirbespiyê hatin rizgarkirin
YPG: 20 gundên herêma Tirbespiyê hatin rizgarkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di çarçoveya "Opersyona şoreşgerî ya dilsoziya bi şehîdên Qamişlo û Kobanê re " hêzên wan 20 gundên herêma başûrê Tirbespiyê rizgar kirine. Navendê diyar kir ku di operasyonê de gelek endamên komên çete hatine kuştin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe jidest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê der barê “Opersyona Şorşgerî” ya ku 2 roj berê li dijî komên çete bi navê "dilsoziya bi şehîdên Qamşlo û Kobanê re” li başûrê Tirbespiyê hatibû destpêkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxiyaniyê de hate gotin ku operasyon bi beşdariya tabûrên girêdayî meclîsên leşkerî yên Qamişo û Tirbespiyê, tabûrên taybet ên girêdayî Fermandariya Giştî ya YPG'ê hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di opersyona li herêma başûrê Tirbespiyê de gundên Uwêne Selîm, Riheye El-Sexîre, Riheye El-Kibîre, Şîbaniya Dendeh, Rêhiya Zahir, Til Îd, Mihemed Diyab, Sofya, Taya, Mihemediye,Mirr, Ebû Miqren, Mezlûma, Xirbet El-Sim, Muqereniyat, Xirbet El-Cihaş, Mixsel, Nebûa, Nezûna û Xirbet El-Têr hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de gelek çek, zexîre û wesayîtên komên çete jî hatine destserkirin, gelek endamên komên çete hatine kuştin û cenazeyên hinekan ji wan di destê YPG’ê de ne.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku herêma başûrê Tirbespiyê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û navendên çeteyanên sereke yên li Til Îd û Mihemed Diyab bi temamî hatine bidestxistin û ev herêm wekî xeta parastina Tirbespiyê hatiye diyarkirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxstin ku hêzên YPJ'ê jî bi çalakiyên xwe di nava operasyonê de cihê xwe girtine û hin gund rizgar kirine.
Di daxuyaniyê de bang li şêniyên herêmên hatine rizgarkirin hate kirin ku vegerin malên xwe û di aramiya herêmê de cihê xwe bigirin. Her wiha bang li kesên bi darê zorê alîkariya çeteyan kiribû jî hate kirin ku vegerin malên xwe û di avakirina herêmên xwe di cih bigirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê bi qehremaniyeke mezin û bi ruhê şorşgerî parastina xak û welatê xwe kiriye û di vê parastinê de 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku wê “operasyonên şoreşgerî” dom bikin.