YPG: 16 çete hatin kuştin û 2 erebe hatin rûxandin

YPG: 16 çete hatin kuştin û 2 erebe hatin rûxandin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di vê şevê de çalakiyeke li gundê Bîrkino yê rojavayê bajarê Gerê Spî bi navê “Tolhildana Şehîdên Kobanê” lidarxist. Di encamê de 16 çeteyên girêdayî DAIŞ’ê hatin kuştin her wiha gelek jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kirin ku di saetên vê êvarê de YPG’ê çalakiyek li gundê Bîrkino yê rojavayê bajarê Gerê Spî bi navê “Tolhildana Şehîdên Kobanê” lidar xist. Di encamê de pevçûnên giran di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) de derketin û 16 çeteyên girêdayî DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.  Her wiha 2 erebeyên çeteyan hatin rûxandin û yek jî hate bê bandor kirin.