YPG: 10 çekdarên Koma çete hatine kuştin

YPG: 10 çekdarên Koma çete hatine kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li bajarê Tiltemirê ragihand ku 10 çekdar ji koma “çete” hatine kuştin, her wiha gelek ji wan jî dîl hatine girtin, di dema ku pevçûn li bajêr di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Koma çete de derketibû.

Îro li bajaroka Tiltemirê pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Koma çete de derket dema ku endamên komê êrîş birin ser malên sivîlan.

Çavkaniyên herêmî li bajarokê Til Temir diyar kirin ku Koma çete a ku duh êrîşî welatiyên sivîl kiribûn ku di encamê de şervanekî YPG’ê û zarokekê jiyana xwe ji dest dane bi serkêşiya rêvebirê partiya Baas yê Til Tiltemir Hesen Tuimê û endamên partiya Baas Basêm Faris El-Hatêm, Ednan Kirêdî, Xelef El-Hecac, Xidir El-Hecac, Mehmûd El-Şewax, Hesen Wetbî û Îsmaîl Xidir Semo pêk hatiye.

Çavakaniyên herêmî dan zanîn ku Koma çete hewl da ku tevliheviyê derxe û dest bi dizî û talankirina dikanên bajêr bikin.

Di heman demê de komên çekdar li ser riyên di navbera Til Temir û Serêkaniyê, Hesekê, Ebû Rasên rê li welatiyan digirin û nahêlin welatî biçin û bên.

Şêniyên Bajarokê Til Temir diyar kirin ku piştî ku bajarokê wan rastî êrîşan hatiye ji aliyê şêniyên xwe û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye rizgar kirin,  ji wê demê ve çekdarên partiya Baas ên wek berê welatiyan diçewisînin, hewl didin ku tevliheviyê di nava pêkhateyên bajêr de derbixin.

Koma Baas duh êrîşî welatiyan kir û gotinên kirêt ji wan re kirin. Di encamê de di navbera YPG’ê ku dixwest welatiyan biparêze û Koma çete ku gule li derdorê reşandin de pevçûn derket. Di encama pevçûnan de şervanê YPG’ê Mihemed Yûnis û zarokê navê wê ne hate hînbûn jiyan xwe jidest dan.

Her wiha hate hîn bûn ku alozî heta niha didome û nehatiye çareserkirin.