YPG: 1 jê emîr 31 çete li Kobanê hatin kuştin

YPG: 1 jê emîr 31 çete li Kobanê hatin kuştin

Di roja 58. a berxwedana Kobanê de hêzên YPG/YPJ'ê, li gel çalakiyên bi bandor ên li nava bajêr, li derveyî Kobanê jî derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, ku di rêze çalakiyên li eniyên rojhilat, başûr û rojava de 1 jê emîr 31 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û rêze çalakiyên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina Kobanê ji çeteyên dijminê mirovahiyê, bi dijwarî dewam dikin. 

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li her sê eniyên Kobanê di nava 24 saetên dawî de pevçûnên dijwar qewimîne û derbên giran li çeteyan hatine xistin.

Di daxuyaniyê de li ser bîlançoya dawî, ev agahî hat dayîn:

LI ENIYÊN ROJHILAT Û BAŞÛRROJHILAT RÊZE ÇALAKÎ: 14 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Li eniya rojhilat li ser xeta sînor, hêzên me li hemberî komên çete ku xwestin pêşvebiçin rêze çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de qasî ku hat tesbîtkirin 5 çete hatin kuştin.

Hêzên me li başûrrojhilatê bajer, li hemberî koma çete ku li ser rêya Helincê bi cih bûye rêzeçalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de 2 wesayit û motorsîkletek hat îmha kirin û 9 çete hatine kuştin. 

YEK JÊ EMÎR 6 ÇETE LI ENIYA BAŞÛR HATIN KUŞTIN

Li eniya başûr jî duh bi roj û bi şev di navbera hêzên me û komên çete de şerê dijwar dewam kir. Di vî şerî de bi qasî ku hat tesbîtkirin yek jê emîr ango serokçete bi tevahî 6 çete hatine kuştin. 

DI ÇALAKIYA LI NÊZÎ GUNDÊ MINAZÊ DE 11 ÇETE HATIN KUŞTIN

Her wiha hêzên me li hemberî komên çete li nêzikî gundê Minazê yê li rojavayê Kobanê bi cih bûne doh biroj û bişev çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 11 çete hatin kuştin. "