YNK: Em piştgiriya têkoşîna gelê Rojava dikin
YNK: Em piştgiriya têkoşîna gelê Rojava dikin
YNK: Em piştgiriya têkoşîna gelê Rojava dikin
Buroya navendî ya YNK’ê bi boneya 38’mîn salvegera damezirandina YNK’ê û 37’emîn salvegera şoreşa gelê Kurdistana Başûr bi rêberiya YNK’ê, daxuyaniyek weşand. YNK’ê di daxuyaniya dayî de piştgiriya bi têkoşîna demokratîk ya gelê Rojava re destînşan kir û diyar kir ku, ew dê alîgirê vîn û biryara azad ya vî perçeyê Kurdistanê bin.
Buroya Navendî ya Yeketî Niştîmanî Kurdistan (YNK) di daxuyaniya biboneya 38’mîn salvegera damezirandina YNK’ê de da wiha got: "Ji wê rojê heta îro Yeketî Niştîmanî Kurdistan di gelek pêvajoyên berxwedanê yên aloz re derbaz bûye, lê ew ti carî ji astengî, arîşe û aloziyan ne tirsiya ye."
“Rûdan û rêveçûnên Kurdayetî yên li rojavayê Kurdistanê her tim di bîr û bernameyên Yekîtî Niştîmanî de bûn, geşedayînên li vî parçeyî girîngin û cihê hêviyan e."
Daxuyanî wiha dewam dike: "Ji bilî ku em piştgiriya têkoşîna demokrasiyê ya gelê Rojava dikin, em alîgirê vîn û biryara azad ya vî parçeyê Kurdistanê ne."
YNK’ê di daxuyaniya dayî de balkişande ser hilbijartinên Herêma Başûrê Kurdistanê û da zanîn ku, pêwîste hilbijartin di demê xwe de pêk werin û ew sazî û alîgirên xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Her wiha xwest ku, goftûgoyên di derbarê hilbijartina de bi dilerehî pêk werin, hêvî kir ku ev hilbijartin bibin egerên lihevkirinê û bibin binyada avakirina çanda demokrasiyê di nava civakê de.
YNK'ê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe bi kampaniya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pêvajoya aşîtiyê li Bakûrê Kurdistanê re eşkere kir. YNK’ê diyar kir ku, Mam Celal berî nexweşiya xwe kampaniyeke bi vî awayî pilan kiribû ku gelek siyasetmedar û kesayetên navnetewî beşdar bibin.