YNK'ê Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê nas kir

YNK'ê Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê nas kir

Endamê Buroya Siyasî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm diyar kir ku YNK bi awayekî fermî piştgiriya rêvebiriya demî ya Rojavayê Kurdistanê dike.

Dr. Necmedîn Kerîm ku duh ji televizyona Gelê Kurdistan re axivî, diyar kir ku YNK bi awayekî fermî piştgiriya rêveberiya demî ya  Rojavayê Kurdistanê ku ji hemû pêkhateyên herêmê tê avakirin dike. 

Kerîm, destnîşan kir ku ew vê pêngavê wekî destketiyeke dîrokî dibinin.

Ev hewldana YNK'ê li demeke ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê ya îdîa kir ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş nîne û serdana wî ya bi vexwendina Recep Tayyîp Erdogan bo Amedê, rast hat.

Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) daxuyaniyên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên "bêpirsyar" şermezar kiribû û ji Barzanî xwestibû ku ji gelê Rojava lêborînê bixwaze.

Ji bilî Barzanî û partiya wî PDK, hemû partiyên bingehîn ên li Başûrê Kurdistanê bi awayekî vekirî piştgiriya xwe a ji bo şoreşa Rojava nîşan dan û nerazîbûn nîşanî astengiyên PDK'ê yên li hemberî Rojava dabûn.