Serokwezîr Alexîs Çîpras ji rojnameya Realnews re axivî û diyar kir, welatê wî wê ji sala 2017'an û pê ve li bazarê vegere.
Çîpras da xuyakirin, ku krîza welatê wî di nav de ye, wê di nava demeke kurt de biqede û anî ziman, berevajî plana di paketa rizgarkirinê ya YE, ECB û IMF de hat diyarkirin, welatê wî dibe ku beriya Tebaxa 2018'an ji nava krîzê derkeve.
Alîkarê Serokwezîr Yanîs Dragazakîs jî di hevpeyvîna xwe ya ji bo rojnameya Naftemporîkî de dabû xuyakirin, ku lihevkirnek li ser hêsankirina dayîna deynan, wê bi kêrî hewldanên derketina ji krîzê bike.
Yewnanîstanê di salên dawî de ji Yekîtiya Ewropa (YE), IMF û ECB di çarçoveya peymanan de bi sed mîlyaran euro kredî stend. Tevî vê yekê jî neçar ma li gelek qadan budçeyê kêm bike.
Eger Yewnanîstan karibe ji sektorên fînansê yên taybet krediyê bistîne, wê neçar bimîne di berdêla van krediyan de morê bavêje binê polîtîkayên gel li dij derdikeve. Saziyên krediyê yên taybet, krîza li Yewnanîstanê kiribûn bahane û daxwaze faîzeke zêde kiribûn.