Yewnanîstan û deyndêr di plansaziya alîkariya 3. de li hev kirin

Hevdîtinên plansaziya alîkariya 3. a di navbera Yewnanîstan û deyndêran de ya bi armanca çareserkirina krîza aborî bi dawî bû.

Hevdîtinên plansaziya alîkariya 3. a di navbera Yewnanîstan û deyndêran de ya bi armanca çareserkirina krîza aborî bi dawî bû. Yewnanîstan soz da ku wê li gor neqşerêya ji bo butçeyê bê amadekirin tevbigere û wê biçe bacekirinên nû. Bacekirinên nû wê bi taybet ji bo sanayiya derman û armatoran be. Hikûmet ji bo taybetîkirinan jî wê plansaziyên nû çêbike.

Ji bo peyman bikeve meriyetê divê ji aliyê Wezîrên Maliyeyê yên Herêma Euro û Meclîsa Yewnanîstanê bê erêkirin da ku Bankaya Navend a Ewropayê pereyên yekemîn 3,5 mîlyar Euro bide.

Bi peyaman re ku îflasa Yewnanîstanê hat astengkirin, hilbijartina zû jî di rojevê de ye.