Yewnanîstan berê xwe da Rûsya

Li gor nûçeyên di medyaya Elman û Yewnan de, Rûsya ji bo xeta boriyan a di Yewnanîstanê re derbas bibe bi rêveberiya Atîna re peymanek bi mîlyar Euroyan îmze kir.

Li gor nûçeyên di medyaya Elman û Yewnan de, Rûsya ji bo xeta boriyan a di Yewnanîstanê re derbas bibe bi rêveberiya Atîna re peymanek bi mîlyar Euroyan îmze kir.

Di nûçeya kovara Spiegel a Elman de ku li gor rayedarekî ji partiya Syriza yê nexwestiye navê xwe bide, wê xeta boriyan a Rûs 3-5 mîlyar Euro ji aboriya Yewnanîstanê re bide qezençkirin.

Di nûçeyê de tê diyarkirin, çavlirê ye peyman roja Sêşemê bê îmzekirin.

Tê diyarkirin ku Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras û Wezîrê Enerjiyê Panagiotis Lafazanis di serdana xwe ya destpêka meha ya Moskowayê de, bi Serokdewletê Rûsya Vladimir Putîn re der barê xeta boriyan de li hev kirine.

Li gor projeya ku hê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve nehatiye erêkirin, wê Rûsya gazê li ser Tirkiye û Yewnanîstanê re neqlî Ewropayê bike. Hin çavdêr ku wer difikirin, wê xeta boriyan di dema wê de nekeve dewrê, tê payîn herî zû di sala 2019’an de dest bi sewqiyatê bike.