Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê: Çapemeniya azad nayê astengkirin

Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê: Çapemeniya azad nayê astengkirin

Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê, betalkirina lîsansên weşanê yên televîzyonên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC weke "bi biryara dadgehê re, mafê gelê Kurd ê nûçegirtinê hatiye talankirin" bi nav kir û bang li herkesî kir ku xwedî li televîzyonên xwe derkevin.

Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê ya Ewropayê (YRKE) li dijî biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya betalkirin lîsansên weşanê yên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC, nerazîbûneke tund nîşan da. Di daxuyaniya nivîskî ya YRKE de hat destnîşankirin, ku biryar di warê azadiya çapemeniyê û azadiyên bingehîn de nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi vê biryarê re darbe li mafê nûçegirtinê yê gelê Kurd hatiye xistin û weha hat gotin: 

"Bi vê biryara cihê şermê ya dadgehê re, qenala muzîkê ya dewlemendiya çandî ya gelê Kurd nîşan dide û dengê gelê Kurd NÛÇE û ROJ TV, tên girtin.

Ev televîzyonên mijara gotinê, ji roja dest bi weşanê kir heta roja îro li dijî gef, şantajên aborî û siyasî û zextên hukûmet û dewleta Tirk serî netewandin û ji azadî û rûmeta çapemeniyê ti carî venegeriya. Lê belê di encama hesabên siyasî yê navnetewî de ev televîzyon lîsansên wan hatin betalkirin û bi vî rengî darbe li mafê nûçegirtinê yê gelê Kurd hat xistin. Saziyên lîsansê heta niha di weşana van televîzyonan de li rewşeke "sûc" rast nehatine û diyar e ku ev biryara bi maskeya huqûqê hatiye stendin, siyasî ye."

YRKE da xuyakirin ku talankirina mafê gelê Kurd ê nûçegirtinê bi biryara dadgehê nayê qebûlkirin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku dîrok û mirovahî wê, kesên ev biryar stendin, mehkûm bike."

YRKE bang li raya giştî kir ku di kesayetiya MMC, NÛÇE TV û ROJ TV de xwedî li azadî û mafên bingehîn û azadiya çapemeniyê derkevin û bi qenalên mijara gotinê re di nava hevkarî û piştgiriyê de bin.